Welatiyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê koçberî kantona Şehbayê bûne, ji ajansa ANHA’yê re axivîn. Welatiyan dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser kantonê şermezar kir û diyar kirin ku ew ê bi hemû rêbazan li hemberî dorpêçê li ber xwe bidin.
Welatiya bi navê Nadiya Mihemed ya ji bajarê Efrînê koçber bûye û niha li kampa Serdemê dimîne got: ” Ev 5 sal in em li hember zehmetiyên jiyanê li ber xwe didin. Em ê li dijî vê dorpêça bêhiqûqî ya li ser me hatiye ferzkirin jî li ber xwe bidin.”
Nadiya Mihemed da zanîn ku hikûmeta Şamê, nahêle alîkariyên xwarinê, sotemenî û derman derbasî kantonê bibin.
Nadiya Mihemed bang li hikûmeta Şamê kir ku vê dorpêçê rake, rê bide bila alîkarî derbas bibin û rêyan ji koçberên Efrînê re veke da ku li bajarê Helebê derman bibin.
Welatiyê bi navê Hemîd Ebdo yê ku li kampa Serdemê dijî got: “Em gelek zehmetiyan dikişînin, ji ber ku serma dijwar e. Hikûmet nahêle sotemenî derbasî kantona Şehba bibe û bi taybet dorpêçek giran li ser kampan ferz dike.”
Ebdo dorpêç şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dorpêçê rakin. Hemîd Ebdo got: ” Zarok ji ber sermaya dijwar û nebûna derman û sotemeniyê dimirin.”