13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê Perwer û Kizil sibê bi merasîm bên oxirkirin

Ji bo Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn wê sibê merasîm bên lidarxistin. Ji bo Perwer li Mûşê û ji bo Kizil jî wê liQersê merasîm bên lidarxistin.  

Di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmed Kaya û esnafên kurd êrîşeke çekdarî pêk hatibû. Di vê komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatperwerê kurd Abdurahman Kizil jiyana xwe ji dest dabûn. Duh li Parîsê ji bo Kara, Perwer û Kizil merasîmek hatibû lidarxistin û cenazeyên wan ji bo Kurdistanê hatibûn şandin.

Hat ragihandin ku wê li bajarên bakurê Kurdistanê Mûş û Qersê ji bo Perwer û Kizil merasîmên oxirkirinê yên girseyî bên lidarxistin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, wê ji bo Mîr Perwer li bajaroka Ewran a girêdayî navenda Mûşê û ji bo Abdûrrahman Kizil jî dê li navçeya Kaxizman a Qersê merasîma cenaze bê lidarxistin.

Mîr Perwer

Cenazeyê Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê wê sibê saet di 14.00’an de piştî ku ji aliyê malbata wî û şandeyekê ve hate wergirtin wê bibin navenda Mûşê. Pişt re wê cenaze li Xaçerêya Şeker Pancari bi girseyî were pêşwazîkirin û bi konvoyê bibin Ewranê. Piştî merasîma girseyî ya li ber mala malbatê were lidarxistin, cenaze dê li goristana bajarok were veşartin. Tê payîn ku dê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di merasîma cenaze de biaxive. Piştî merasîma cenaze ku dê parlamenterên HDP’ê jî tev li bibin, wê serdana şîna ku dê li navenda Mûşê were danîn bê kirin.

Abdurrahman Kizil

Cenazeyê Abdûrrahman Kizil jî wê saet di 10.30’an de piştî li Balafirgeha Qersê hate pêşwazîkirin wê bi rêya bejahiyê bibin gundê Qeregûnî yê girêdayî navçeya Kaxizman a Qersê. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz dê di merasîma cenaze de axaftinekê bike. Piştî merasîma cenaze ku dê parlamenterên HDP’ê jî tev li bibin, wê serdana şîna ku dê li navenda navçeya Kaxizmanê were danîn bê kirin.