Çima sendrom? Lewre di 26’ê îlona 1994’an de ferîbotek Estonyayê ya tam li keviya behra Baltikê ye, hêdî hêdî noq dibe û 852 rêwiyên piraniya wan avjenên çak in difetisin; tenê 137 rêwî ji mirinê xilas dibin û ew jî ne avjen in. Çima avjen xilas nebûne, xwe xilas nekirine û bi keştiyê re noq bûne û yên neavjen; çima, çawa xilas bûne? Bersiva van pirsan wekî tîremarek li derdorê digevize; ji ber ku ew 852 kesên piraniya wan avjen bûne; wisa bi xwe bawer bûne ku xwe ji cihê xwe nelivandine, tev li tevdîr û xebatên ji bo xilasiyê nebûne. Jixwe keştî jî li ser keviyan bûye, ne li nêv oqyanûsan!
Bixwebawerî û biçûkdîtina rewşê ew birine mirinê lê avjenînezan bi tirs û xebat di cihê xwe de nesekinîne û xilas bûne. Îja Sendroma Ferîbota Estonyayê wekî hin sendromên din xwediyê wateyek mezin e: Sersarî digel tevî şans û pisporiyê jî difetisîne lê şiyarî rizgarî ye.
Niha di van rojên koronayê ew bi xwe tacîdar kirine de, ferîbot û keştiya me ne li ser keviyan e, li nêv oqyanûsek dijwar e û niyeta firtoneyê tune ye ku bisekine. Loma jî kîjan kes, civak û welat serwext û çalak be ew ê bi ser bikeve. Jixwe van rojan, rojên azmûnî ne jî. Di jiyanê de gelek cureyên azmûnê hene lê ev azmûn ji tevan girantir e. Em kes, civak û welatek çawa bin dê encama azmûnê jî wisa be.
Li aliyê din vê azmûnê tevî dewlet û pergalan li ser sûc girtiye û nîşan daye ku mîlîtarîzm û wezaretên parastinê (korona bi Latînî ‘tac’ e) tu kesê, tu jiyan û welatî naparêzin, nikarin biparêzin. Sînorên stûr û bilind, qesrên bêdawî û dîktatorî jî ji ber vîrusa ku bi çavan nayê dîtin hejikiyan. Baş xuya bû ku tenê ji bo dizî û talanê hazir e ev pergal, ne ji bo şîfa û parastina jiyanê. Belkî roj were, teva berdêla giran jî korona wekî eyneyek were binavkirin. Lew her kes, her malbat û civak, her mal xwe dibîne ka çi ye, çawa ye, dikare li ber xwe bide yan na?
Belê ev eyne li her derê, li me mêze dike; gazinkarî, rehawet û tilariya me nîşanî me dide. Ew rûtîna ku her tiştî ditevizîne dibe ejderhayek û xwe li nêv her tiştî li ba dike lê korona ne rûtîn dihêle ne dubareyên ku her kes bi her awayî jê aciz bûbû. Loma ji niha ve qala postkoronayê jî tê kirin lew guhertinek bingehîn çêbû, çêdibe, civak û kes jî, malbat û welat jî ne eynî ne lê pirs ev e; dê ev guhertin çi be, çawa be? Dê dîsa dewlet diyar bikin ango ku hema ya niha bêjin; “welat jî dinya jî derbasê normalîzebûnê dibe!” dê her tişt ‘normal’ bibe? Ger wisa be ‘normal’ çi ye? Her wiha em çawa ji azmûnê derketin, em ê çi bavêjin, çi veşêrin?
Di sendroma koronayê de em li ku ne? Lazim e ku dîsa em wekî morîkan bidin pey pirs û bersivan, da ku keştiya me li peravê bermalê jî noq nebe.