Li gorî agahiyan Îranê 26 ji wan milîsên xwe ji Sûriyê şandine Îranê ji bo perwerdehiya leşkerî ya giran der barê bikaranîna balafirên bêmirov de bibînin
Piştî çend demjimêran ji bombebarana vê dawiyê ya Israîlî, ku bû sedem firokexaneya navdewletî ya Şamê ji xizmetê derkeve, û milîsên Îranî kirin armanc, tevgerên vê dawiyê bêdeng nebûn.
Li gorî agahiyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê milîsên “Fatemiyûn” ên afganî yên ku Îran piştgiriya wan dike li Sûriyeyê li parêzgeha Dêrezorê dest bi perwerdeya li ser bikaranîna firokeyên bêmirov kirine.
Perwerde û kursên giran
Li gorî heman çavkaniyan 70 endamên milîsên Îranî perwerdeya bikaranîna balefirên bêmirov li parêzgeha bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi dawî kirine.