13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya wekîlên HDP`ê ya dijî tecrîdê di roja 9’an de didome

Parlamenter Îmam Taşçier diyar kir ku eger derfet ji Rêber Ocalan re bê dayîn, wê şerê li Rojhilata Navîn biqede û aloziyên li herêmê bi dawî bibin

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo destûr ji parêzeran re bê dayin ku karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, 9 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Wekîlên HDP’î li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê li hev kom bûn û ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlamenter Tulay Hatîmogûllari, Îmam Taşçier, Abdûllah Koç, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Huseyîn Kaçmaz, Şevîn Coşkûn û Nûsrettîn Maçîn tev li nobeda îro bûn.

‘Heta tecrîd hebe wê şer jî neqede’

Îmam Taşçier daxuyanî da û bi bîr xist ku 21 meh in hevdîtin li Ocalan hatiye qedexekirin û  got, “Ev rewş ji tecrîdê jî wêdetir e. Ne malbata wî, ne gelê Kurd ne jî parêzer li ser jiyana wî xwedî agahiyekê nîne. Ji axaftina bi telefonê ya beriya 21 mehî û vir ve agahiya me jê nîne. Em ji desthilatdariya Komara Tirkiyeyê re vê dibêjin; li gorî qanûnên ku we bi xwe danîne, tevbigerin. Ev qanûn ku piraniya wan ji cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê mane, hûn pêwîstiyê pê nabînin ne biguherînin ne jî li gorî wan tevbigerin. Ev yek kiryara yek şexsî ye. Yanî bi gotina yek kesî ve girêdayî ye. Di navbera salên 2013-2015’an de bi Birêz Ocalan re li Îmraliyê mase hate danîn. Yê ku mase danî kî bû? Ev desthilatdarî bû. Heta destpêka sala 2015’an. Piştre vê desthilatdarî mase qeliband. Yê ku îro tecrîdê ferz dike dîsa ev desthilatdarî ye. Mebesta me ji vê desthilatdariyê neheqiya rêveberiya yek şexsî ye. Ya ku tê dîtin jî ev e.”

Taşçier ragihand ku heta meseleya Kurd neyê çareserkirin wê ev bêhiqûqî û bêedaletî dewam bike û got, “Mînakên vê yekê li cîhanê hene. Nelson Mandela 27 salan di girtîgehê de hate hiştin, tecrîd lê hate ferzkirin. 27 salan girtî hate hiştin. Piştre Madela hate ku? Bû serokê welatê ku lê girtî bû, ew welat bi rê ve bir. Weke gaveke destpêkê rêverekî reş bû serokê wî welatî. Piştre jî Xelata Aştiyê ya Nobelê jê re hate dayin. Bi sedan xelat ji Nelson Mandela re hatin dayin. Îro eger derfet ji Birêz Ocalan re bê dayin, bi dîtina min wê li Rojhilata Navîn şer biqede, wê bi Sûriyeyê re şer neyê kirin. Wê êdî nekevin nava xaka Iraqê ku em jê re başûrê Kurdistanê dibêjin. Wê bi Yewnanistanê re rageşiya şer rû nede. Ji ber ku ev şer hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve Tirkiyeyê tengav dike.”

Taşçier anî ziman ku divê ev şer tavilê bê sekinandin, tavilê meseleya Kurd bê çareserkirin û ji bo vê jî hewl bê dayin. Taşçier got, “Pêvajoya salên 2013-2015’an baş tê bîra her kesî. Ji sedî 70 ê gel alîgirê çareseriya meseleya Kurd bûn. Wê demê hiqûq, mafên mirovan û demokrasî li gorî salên bihurî baştir dihate bicihanîn. Em di wê baweriyê de ne ku eger meseleya Kurd bê çareserkirin, pereyê ku ji şer re tê dayin wê ji demokrasî û mafên mirovan re bê dayin û hiqûq bi cih bê anîn.”

Taşçier bal kişand ser rojeva têkildarî guhertina Destûra Bingehîn û got, “Mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye, bi Birêz Ocalan re ye. Dema ku tecrîda li ser Ocalan hate rakirin, hevdîtinan pê re destpê kir û mase ji nû ve hate danîn, hingî wê demokratîk li Tirkiyeyê bi cih were, Kurd jî wê li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn.”