Yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) bi endama Tevgera Ciwanan Leyla Şeylemez (Ronahî) û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) ve li Parîsê hatin kuştin.
Ji ser kuştina 3 jinên pêşeng ên kurd ku li Buroya Enformasyonê ya Kurdistan ku nêzî Stasyona Gare du Nord a Trenê ye hatin kuştin ve 10 sal der bas bûn. Di dehemîn salvegera komkujiyê de kurdan li Parîsê xwest bernameya salvegera komkujiyê amade bikin. Lê kurdên ku di 23’ê kanûnê de li Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya ku li Parîsê ye xwestin der barê mijarê de civîneke li dar bixin, li navenda çandê rastî êrîşa tetîkkêşeke nijadperest hatin.
Berxwedana 34 salan
Di komkujiya duyemîn ya Parîsê de Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdurrahman Kizil hatin kuştin. Di komkujiyê de hedefa yekemîn Evîn Goyî ya ku 34 salan li her deverê li dijî hemû tunehesibandin û êrîşan ji bo hemû gelan li ber xwe da. Li Rojava li dijî çeteyên herî hov yên ku ji aliyên hin dewletan ve dihatin bihêzkirin şer kir û wek her şervanên jin yên YPG-YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de roleke girîng lîst. Evîn Goyî ji ber ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibû derbasî Parîsê bû û li wir bi hemû hêza xwe xwe tev li xebatan kir.
Hewldana pêşîgirtina têkoşînê
Tirsa di dilê dewletên ku li ser çanda modernîteya kapîtalîst avabûne ya jinan bi têkçûna DAIŞ’ê ve zêdetir bû. Piştî vê têkçûnê bi taybet dewleta tirk li dijî têkoşîna jinên pêşeng şerekî bêeman dan destpêkirin. Ji aliyekî ve jî bi hemû hêza xwe berê tank û topên xwe da çiyayên Kurdistanê. Neh mehe ku vî şerê dide meşandin lê bi ser nakeve. Dewleta tirk her ku li qadên şer têk diçe berê xwe dide metropolan û bi sûîkastan hewl dide pêşî li têkoşîna jinan bigire.
Kuştina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan yên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin kuştin û kuştina Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir yên ku di sala 2016’an de li nav Silopiyê hatin kuştin ji hev cuda nîn in. Her wiha kuştina rojnameger û nivîsakar Nagihan Akarselê ya ku li Silêmaniyê pêk hat ji van kuştinan cuda nîn e. Di bingeha van kuştinan de kîna li dijî jinan heye.
Hezaran jin li ser şopa wan in
Herî dawî dewleta tirk bi kuştina Evîn Goyî ku wek Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ji jinan re pêşengiyê dikir xwest peyamê bide jinan û bibêje hûn li ku bin em ê li dû we bin. Lê tevî van kuştinan jî bi hezaran jin li ser şopa Sara, Ronahî, Rojbîn, Evîn, Sêvê, Fatma û Sakîneyan têkoşîna xwe xurtir dikin û li kolanan banga ‘em têk naçin’ dikin.