13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mireille Court: Belgeyên veşartî aşkera bike

Mireille Court got: "Komkujiya li Navenda Çanda Kurdan a li Parîsê, beriya çend rojan ji salvegera 10ʹemîn a qetilkirina Rojbîn, Sakîne, Leyla  pêk hat. Zehmet e ku mirov vê yekê tesaduf binirxîne."

Mireille Court di hevdîteneke xwe ya bi ajansa ANHA’yê re diyar kir ku lêpirsînên der barê komkujiyê, kesên rasteqîn ên li pey wê an  jî aliyên biyanî yên ku fermana qetilkirina wan çalakvanan dane de, hatin rawestandin û hemû belgeyên têkildarî girêdana faîlê komkujiyê bi îstîxbarata tirk ve, ji aliyê hikumeta Fransayê hatin veşartin.

ʹRomaneke zehmet e ku kes bawer bikeʹ

Çalakvana fransî destnîşan kir ku daxuyanyên dibêjin ʹkomkujî bi mebestên nîjadperestî hatiye kirinʹ romaneke zehmete mirovî jê bawer bike û wiha domand “Faîlê komkujiya dawîn wiha daxuyakirin ku ʹxwesteka wî ya qetilkirina biyaniyan heyeʹ. Ji ber vê yekê Wezaretê Edaletê li şûna ku wî bi terorê wesif bike wî bi nîjadperest wesif kir. Zehmet e ku mirov vê romanê bawer bike. Roja Înê saet di 11ʹan ê sibehê de mizgeftên Parîsê tijî misilman dibin ku amadekariyên nimêja mezin dikin. Lê di saetên sibehê de li Navenda Çanda Kurdan qarbalex kêm e. Biryar bû ku di wan kêliyan de an ku di kêliyên komkujiyê de civîneke girîng a tevgerên jinan hatiba lidarxistin. Lê şans hebû ku di kêliyan dawîn de civîn ji ber tevlihevî û qedexekirina tirênan hat paşxistin. Bi teqez agahiyeke wisa ji bo kesên xwedî zihniyeta nîjadperest a nexweş, baş nebû.”

ʹÇalakiyên kurdan ên li Parîsê hikûmeta tirk aciz dikeʹ

Têkildarî sedema komkujiyê û kesên li pey wê Mireille Court got: “Li Parîsê Kurdên pir çalak hene. Hema bêje her hefteyê Kurd li dijî komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zextên Tirkiyê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan xwepêşandanan li dar dixin. Bi teqez ev çalakî li xweşiya balyozxaneya Tirkiyê nayê.”

Mireille Court bal kişand ser helwesta bi nakok a hikumeta Fransayê ya li hemberî têkoşîna Kurdan û diyar kir ku meyla serokkomar Emmanuel Macron a bi piştgiriya Kurdan re ye, lê Wezareta Derve ya Fransayê jî her tim helwesteke xurt a nêzî Tirkiyê girtiye.

Mireille Court di dewama axaftina xwe de îşaret bi nêzîkatiyên hikumeta welatê xwe ya li hemberî xwepêşanderan  kir û wiha pê de çû: “Roja Şemiyê ji ber provokasyonên tirkan ku ala Tirkiye hildan û bi tiliyên xwe sembola gûrên boz nîşan dan, pevçûn derketin. Helbet ciwanên xwepêşander dan pey wan û hemû bangên aramiyê ji bîr kirin. Di rewşeke wisa de mirov vê helwestê fêm dike. Polîs jî wekî her car bi tundî bersivê da. Li aliyekî din, roja Duşemê îhtîmal bû ku polîsan rewş kontrol kiribûn, ji ber ku xwepêşandan aram bû û bi awayekî baş ji aliyê polîsan ve dihat parastin.”

Helwesta gelê Fransayê

Çalakvana ji Fransayê Mireille Court bang li hikumeta welatê xwe kir ku  belgeyên têkildarî komkujiya yekemîn a Parîsê eşkere bike da ku mîna van komkujiyan dûbare nebin û got: “Ev belge îsbat dikin ku destê dewleta Tirk di komkujiyê de heye.”

Mireille Court behsa helwesta gelê Fransayê ya der barê komkujiya duyemîn de jî kir û got: “Helwesteke şok bû, parlamenter, endamên senatoyê û serokên şaredariyan kom bûn û piştgiriya xwe bi Kurdan re anîn ziman. Lê bi giştî ecêbmayîn ji biryarê bû ku ev kiryarê terorîst bi têgeha ʹnîjadperstîʹ wesif kir.ʹʹ

Ji bo rê li ber komkujiyan were girtin

Çalakvana ji Fransayê Mireille Court bang li hikumeta Fransayê kir ku ji bo rêgirtina li ber mîna van komkujiyan van tedbîran bigirin “Siriyeta li ser hemû belgeyên têkildarî qetilkirina Rojbîn, Sakîne û Leyla rake. Ev belge bi zelalî eşkere dikin ku destên îstîxbarat û dewleta Tirk di van sûîqestan de hene. Ev tedbîr wê hişyarek be da ku mîna van sûcên hovane careke din li Fransayê dûbare nebin. Helbet divê hikumeta Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya ʹRêxistinên terorîstʹ derxîne û astengkirina çalakvanên Kurd rawestîne.ʹʹ