19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêya serkeftinê azadiya Ocalan e

Tayîp Temel

Em dikevin sala 2023’yan. Gotinek meşhûr heye: ‘Ji bo ku mirov tiştekî winda bibîne divê mirov li cihê lê hatiye windakirin vegere û lêbigere’.

Di têkoşîna azadiyê de gelê kurd darbeya herî mezin bi dîlgirtina Rêberê xwe Abdullah Ocalan xwar. Lê qeder û şîfreyên azadiya gelê kurd û Rojhilata Navîn jî li Îmraliyê hatin nivîsandin. Ocalan ji roja ku hatiye dîlgirtin heta niha bi tu awayî xebat û hewldanên xwe yên ji bo azadiya gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê kêm nekirin û berevajî vê yekê li Îmraliyê bi dehan pirtûk nivîsandin, bi hezaran hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin. Ji bo ku çareserî pêk bê di dema pêvajoya çareseriyê de jî bi heyetên dewlet û HDP’ê re jî gelek hevdîtin pêk anîn.

Ji bo me kurdan dîlgirtina Ocalan a li wê giravê windahiyek mezin bû ji bo gelê kurd. Wekî windakirinek mezin dîtin, lewre bi hezaran ciwan, jin û kalan bê ku bikevin dudiliyê li hemberî Komploya Navneteweyî xwe kirin xelekek.

Ji Sibata 1999’ê heta niha hema bêje hemû deman dewletê şert û mercên Ocalan ên esaretê ji xwe re kirin mijara bazarek qirêj li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Lê binêrin! Darbe li Tirkiyeyê çêdibe û hedefa yekemîn a darbekaran Ocalan e. Darbe têk diçe û hikûmet Rewşa Awarte îlan dike, lê dîsa hedefa yekemîn a OHAL’ê Ocalan û Îmralî ye. Desthilatdarî diguhere lê nêzîkahiya bo Ocalan û gelê kurd naguhere.

Kurdan bi dîlgirtina Ocalan gelek tişt winda kirin û pir êş kişandin, ew ê bi azadiya Ocalan qezenc bikin û azad bibin.

Tu caran qedera gelekê ev qas bi qedera rêberê wî re nebûye yek.

Heke hûn bawer nekin, li wan demên ku tecrîd tê nermkirin û dengê wî digiheje gelê kurd binêrin. Dema deng ji Ocalan tê kurd qezenc dikin, Kurdistan qezenc dike û gelên li Tirkiyeyê qezenc dike. Dema dengê Ocalan digihije derve her kes li şûna mirinê, behsa jiyanê dikin.

Rêber Ocalan dixwaze birînên gelan derman bike. Hemû derdê wî ew e ku tehma azadiyê bikeve devê kurdan, da ku ew û gelên din ên bindest bikaribin hesabê ji desthilatdarên zalim bipirsin.

Lê yên ku dixwazin jehra penceşêrê berdin ser birînên gelan, niha dîwaran li dora Ocalan dirêsin. Ew dixwazin birînan mezin bikin û pişt re jî wan civakên birîndar bi mirinê razî bikin. Ji bo pêşerojekê li ser înkarê ava bikin, bi peydakirina derewên nû re mijûl in.

Divê neyê jibîrkirin ku ya tecrîdê kûr dike û nahêle kes xwe bigihîne Ocalan jî desthilatdarîya AKP’ê û Erdogan bi xwe ye.

Ev 21 meh in ku em tu agahiyê nikarin Ocalan wergirin. Tu kes nizane li Îmraliyê çi dibe.

Em dikevin salek nû. HDP’ê biryar da ku sala nû bi berxwedan li dijî tecrîdê pêşwazî bike. Êdî dema şikandina vê tecrîdê ji mêj ve hatiye û derbas bûye.

Lê êdî dem hatiye ku gelê kurd bi hemû hêza xwe hewl bide rewşa li  Îmraliyê zelal bike,  ji tecrîd û dîlgirtina Ocalan re jî bi rastî bêje ‘bes e’.