Derhêner Elîf Yîgît, çîroka malbata Şenyaşar bi belgefilmê bi nave ‘For Justice’ (Ji Bo Edaletê) tîne ser perdeya spî û lêgerina dayika Emîne Şenyaşar a edeletê nîşanî temaşevanên sînemayê dide. Ev belgefilm heman demê de jî berhemek eynîka demokrasî û edaleta Tirkiyeyê ye.
Çîroka malbata Şenyaşar rastî û neynîka komara Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan e. Derhêner Yîgît jî bi kameraya xwe dikeve pê şopa vê lêgerînê û dibe mêvanê malbata Şenyaşar. Bi rojan bi wan re dijî û dibe yek şahîda tekoşîna wan a ji bo edaletê.
Çîroka malbata Şenyaşar di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê destpê dike. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmê xwe di dema xebatên ji bo hilbijartinan de êrîşî malbata Şenyaşar dikin. Di encama van êrîşan de Hacî Esvef Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar tên kuştin. Kurê wî yê din Fadil Şenyaşar jî tê girtin û 37 sal ceza lê birîn.
Di serî de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û rayadarên dewletê malbatê malbata Şenyaşar wek “terorist” û “PKK’î pênase û suçdar kirin. Ev jî bandoreke neyînî li ser dadgehê çêkir. Parlameterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî nehatin cezakirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev çar sal in ji bo edaletê têdikoşin.
Zilma dewletê ya li hemberî kurdan
Derhêner Yîgît jî li ser ekranên televîzonê vê buyerê temaşe dike û dikeve ser rêya Rihayê. Derhêner Yîgît, belgefilmê bi çîroka bavê xwe û malbata xwe dide destpêkirin. Ew eslê xwe ji Amedê ne gundê wan di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û bi darê zorê hatine koçkirin. Lê bavê Yîgît dema li ber mirinê ye dixwaze li ax û cihê kal û pîrên xwe çavê xwe bigire. Ji ber wê di rojên dawiya emrê xwe de vedigere cihê lê jidayîk bûye. Yîgît qala zilm, bêedaletî û rewşa kurdan dike û bi van gotinan berê xwe dide Rihayê.
Komkujiya li ser malbatê vedibêje
Belgefilmê “For Justice” temamî behsa bûyera malbata Şenyaşar nake. Mijara wê piştî komkujiya li ser malbatê lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar digire dest. Belgefilm di nava sar, serma, berf û baranê de her kêliyên nobedê edaletêya li ber dadgeha Rihayê pêk hat şopand û bi peyamên lêgerîna edaletê û daxwaza alikariyê, rewş û kişandina êşa Emîne Şenyaşar hatiye honandin.
Dîsa bi dîmen û gotinan kirinên dewleta tirk a li hemberî kurdan bi awayekî vekirî nîşanî me dide. Di belgefilmê de sahneya li ber dadgeha Rihayê ya ala mezin a tirk “em Tirkiyeya mezin in (Büyük Türkiye’yiz)” hatiye kişandin û bi vê dîmenê rastiya faşizmê radixe ber çavan.
Belgefilmek dijwar û biêş
Di belgefilmê de dîsa ji çend sahneyên herî girîng jî limêj û duayên Emîne Şenyaşar tên nîşandan. Ew hêviya xwe ji dadgeh û hiqûqa Tirkiyeyê biriye. Gazinc û giliyê xwe li ser secdeya limêjê ji Xwedê daxwaza hêvî û edaletê dike.
Ev jî tê wateya tunebûna adalet, azadî û demokrasî û hiqûqê. Lê di nava ewqas êş û janê de kenê bi neviyê xwe re, axaftina kurê wê yê girtigehêye re rûyê wê dide kenandin. Ev hêviya rojên pêş e. Hêza tekoşînê ye.
Belgefilmek her çiqas softe be jî, di aliyê din de jî ewqas jî dijwar. Bi hest, êş, jan û sar e. Peyamên kûr di hundirê xwe de dihewîne. Bi bandor e. Bi gazinc û hêsirên çavên Emîne Şenyaşar mirov bi bandor dibe.
Bi kurtasî Yîgît di şexsê Emîne Şenyaşar de şewitandina gundên kurdan, kirinên dewletê, êş û jana dayikan bi awayekî zelal aniye ser perdeya spî û balê dikişîne ser bêedalatiya li Tirkiyeyê tê jiyîn.
Belgefilm di serî de li Mihrîcana Filman a Duhokê de hate pêşandan.Dawiyê li gelek deveran hat nîşandan û ji aliyê temaşevanên sînemayê eleqederek mezin dît. Yîgît têkildarî belgefilmê dibêje; “Li ser axa me ev bi salan e zilm û neheqî tê kirin. Bêedaletî tê jiyîn. Dayikên me her roj zarokên xwe winda dikin. Ji bo zorakên xwe êş dikişînin û digirîn. Ji bo wan li edaletê digerin. Wekî jinekê min xwest balê bikişînim ser vê zilmê û lêgerîna dayikên kurd a li edaletê.”