Şoreşa rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan pêk hat, di serî de ji jinan re ji hemû gelên bindest re bûye hêlîna azadiyê. Îro hemû netewe û yên ji vê pergala rizyayî nerazîne berê wan li rojavayê Kurdistanê ne. Her çiqas ji neteweyan re bûye hêviya azadiyê jî dagirkerên ku şoreşê têk bibin jî ne kêm in. Hin ji wan bi awayekî vekirî neyartiyê dikin û hin ji wan mîna gurên postên mihan li xwe kirine nêzîkî Rojava dibin. Hewl didin şoreşa Rojava têk bibin.
Aliyê ku vekirî neyartî dike û serkêşiya têkbirina şoreşa Rojava dike dewleta dagirker a tirk e. Hin partiyên ji xwe re dibêjin kurd jî piştevaniya dewleta dagirker dikin. Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên tirk her tim gefên jiholêrakirinê li Rojava dixwin. Hewl didin kurdan ji cih û warên wan dûr bixin, çeteyên xwe li wir bi cih bikin. Dema mirov li cihên ku dagir kiriye dinêre rastiya wê baştir dibîne. Li hemû cihên ku dewleta tirk dagir kirine alozî, xizanî, tecawiz, xesp û hemû pêkanîn dermirovahî diqewimin. Çeteyên bûne bela serê mirovahiyê li wir kom kirine. Dewleta tirk diçe kuderê xerabî û nebaşiya xwe jî bi xwe re dibe wir. Niha jî ji bo Kobanê, Minbîç û Şehbayê dagir bike di nava hewldanên qirêj de ye. Ji bo bingeha wê ava bike li Taksîmê êrîşeke bombeyî pêk anî. Teqîna Taksîmê jî parçeyeke vê lîstika qirêj bû. Ji ber ku Erdogan di teqîna Taksîmê de li ser sûç hatiye girtin êdî ew teqîn ji rojevê derxistin û nema qala wê dikin. Lê êrîşên ji ber teqînê pêk hatin hîn jî didomin. Her roj Rojava bombebaran dikin. Li ber çavên cîhanê jin, zarok û ciwanên şoreşger şehîd dixin, nexweşxane, dibistan û binesazî jî di nav de tên bombebarankirin. Li hemberî vê yekê qada navneteweyî bêdeng e. Ev bêdengî ji bo wan şermeke mezin e. Ji bo Rojava ku wan ji çeteyên DAIŞ’ê xelas kir vî tiştî nekirine.
Aliyê ku cesaretê dide dewleta dagirker hêzên hegemon bi xwe ne. Yek ji van DYA ye. DYA pêşengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin dike. Her tim di daxuyaniyên xwe de radigihîne ku ew ji bo têkbirina DAIŞ’ê hatine wir. Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump her tim Erdogan teşwîqî dagirkirina Rojava dikir. Jixwe di serdema Trump de Efrîn, Serêkaniyê û Grêspî hatin dagirkirin. Lê di dema Serokê DYA’yê Joe Biden de rewş hinekî guheriye. Her çiqasî rêveberiya Biden nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkirina Rojava tîne ziman jî ev daxuyanî gelekî lawaz in. Bi van daxuyaniyan nikarin pêşiya dagirkirina Rojava bigirin. Bi rastî Erdogan heta astekê caseretê ji van daxuyaniyên lawaz digire.
Di aliyê Rûsya û Şamê de rewş gelekî cuda ye. Her çiqas Rûsya li ser navê Şamê li Sûriyeyê ye jî di rastiyê de ew xwediyê Şamê ye. Rêveberiya Esad nikare bêyî Rûsya gavekê jî biavêje. Ji ber vê hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê nagihîjin encamekê. Hevdîtin her tim ji aliyê Şamê ve dixetimin. Jixwe daxwazên Rêveberiya Xweser li ser bingeha demokratîkbûnê û qebûlkirina mafên gelan e. Ev daxwazî jixwe daxwaziyên mirovî ne û nabin mijarên bazarê. Lê mixabin ji ber Kurdistan di bin dagirkeriya neyarên hov de ye û hebûna wê nayê qebûlkirin, daxwazên me jî bivê nevê li ser qebûlkirina hebûna me ye. Ew mafên bingehîn û xwezayî jî qebûl nakin. Ligel vê yekê her tim bi hişmendiya xapandinê nêzîkî kurdan dibe. Ev jî niyeta Şam» radixe ber çavan. Divê ev yek baş were zanîn kurd ne ku lawaz in van daxwazan tînin rojevê. Ji ber ku kurd ne neteweyekî êrîşkar e, her tim bi hestên mirovî nêzîkî pirsgirêkan dibe. Ev ne lawazî ye, ev hêzbûna kurdan nîşan dide. Kurdan bi hêza xwe ji çeteyên El Qaîde bigirin heta çeteyên El Nûsra, DAIŞ’ê û hwd têk birin. Cîhan hêza kurdan dîtin. Ne tenê di aliyê şer de di aliyê siyasetê de jî xwedî hêzeke li ber çavan e. Hêzên hegemon bêyî kurdan civînên Cenevre, Soçî, Astan û hwd li dar xistin. Hemû hewldanên wan bêencam man. Êdî derket holê ku ne tenê li Rojava li Rojhilata Navîn tu tişt bêyî kurdan pêk nayê. DYA û Yekitiya Ewropayê kêm û zêde vê rastiyê dîtin.
Lê hîn jî Esad û Rûsya ev rastî nedîtine. Ji ber vê yekê Erdogan niha li ber deriyê Pûtîn û Esad digere. Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de îdia kir ku Pûtîn daxwazên wî yên hevdîtina sê aliyan (Erdogan, Pûtîn û Esad) erê kiriye. Ev jî tê vê wateyê ku Erdogan hewl dide êrîşî herêmên ku Rûsya lê ne bike. Di vir de Pûtîn dixwaze polîtîkaya qirêj a ku li Efrînê meşandibû, ji bo Minbîç û Şehbayê têxe meriyetê. Beriya Erdogan êrîşî Efrînê bike Rûsya ji Rêveberiya Rojava re gotibû; ‘Yan Efrînê radestî Esad bikin an jî em ê pêşiya tirkan vekin’. Her çiqasî Esad leşkerên xwe li Minbîçê û hin deveran bi cih kiribe jî kêrî tu tiştekî nayê. Jixwe xêra wî ji wî re tuneye.
Wexta mirov li daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dinêre rastiya Rûsyayê dibîne. Lavrov di daxuyaniyeke xwe de gotibû; ‘DYA hewl dide li vir dewleteke serbixwe ya kurdan ava bike. Em li dijî vê ne.’ Bi vê daxuyaniyê neyariya li dijî Rojava dabû der.
Di neyariya Erdogan a li dijî kurdan de piştrast bû ku xwîn ketiye çavên Erdogan û heta kurdan nekuje rehet nasekine. Ji bo vê jî xwe diavêje ber lingên her kesî. Ji bo kuştina kurdan wekî parsekan derî bi derî digere. Diçe kuderê destûra kuştina kurdan dixwaze. Wekî kal û pîrên me gotine ‘Çavên li deriyan xwelî li seriyan’. Ev gotin rewşa ku niha Erdogan têde ye rave dike. Ne tenê rewşa wî pêşeroja wî jî diyar dike. Dawiya dawî wê têkçûna wî ji ber neyariya wî ya li hemberî kurdan be.
Wexta mirov van tiştana tîne ber hev dibîne ku dê rojên pêş de li Rojava geşedanên gelekî girîng biqewimin. Êdî Rojava hatiye wê astê ku kî dost e kî dijmine wê bi xetên stûr zelal bibe. Ev jî ji bo Rojava wê bibe pêvajoyeke nû. Ev jî bi xwe re rojên xweş û geştir bîne.