Spora fûtbolê di nav sporên cîhanê de spora herî populer e. Dîroka wê ji Çînê dest pê dike. B.Z di salên 300-200’î de weke perwerdehiya leşkerî gokek ji pirçê, ji por an jî perikên ajalan dagirtî di navbera du qamişên bambû re derbas dikin. Tê gotin ku navê vê lîstikê/ talîmê “cuju” ye. Di nav demê de li gelek welatan bi nav û şêweyên cur bi cur hatiye guhertin heta sedsala 19’emîn. Halê wê yê dawîn, weke şêweyê wê yê roja îro brîtanî danê. Piştî ku li gelek welatan jî belav kirine êdî yekitiya navneteweyî ya fûtbolê weke yekitiya Îrlanda, Galler û Îskoçya di sala 1886’an de li Manchesterê civînek li dar xistine û pey re jî di sala 1904’an de li Parîsê Komaleya Federasyonê ya Fûtbolê ya Navneteweyî (FIFA) ava bû ye. Êdî hatiye destnîşankirin ku wê rêzikên yekitiya fûtbolê diyar kiriye esas bên girtin.
Maçên FIFA’yê ji bo hemû cîhanê derbasdar in û di nav hemû cîhanê de welatê ku dibe yekem kûpayê digire. Ji 4 salan carekê tîmên neteweyî yên ku ji mêran pêk tên dilîzin. Hilbijartina welatê ku wê mazûbaniya maça 2022’yan bike di sala 2010’an de hat hilbijartin û Qeter ev maf girt. 22’yemîn kûpaya cîhanê ya FİFA’yê di 20’ê mijdarê dest pê kir û wê îro biqede. Wê ev tûrnûva li 5 bajarên cuda û 8 stadyûmên cuda bê lîstin. Heta ji bo van tûrnûvayan Qeterê stadyûmê konteynir jî daye amadekirin, piştî tûrnûva qediyan wê ev bêne xerakirin.
Weke ku piraniyên me jî dişopînin kûpaya cîhanê ya îsal gelekî balê dikişîne, çavên her kesek me jî li ser e. Ji ber ku gelekî yekeminiyê di hefza xwe de mûhafeze dike. Mînak ev tûrnûva yekem car li welatekî Rojhilata Navîn û misilmanan tê lîstîn. Di nav sînorên Asyayê de jî piştî başûrê Koreyê û Japonyayê duyem kûpaya cîhanê ku mazûbaniyê dike dîsa, ev e. Bi hêsanî ev tûrnûva di mehên gulan, hezîran û tîrmehê de pêk dihatin lê îsal ji ber ku Qeter di nîvqada bakûrê cîhanê de ye di mehên payîz û zivistanê de pêk hat. Tûrnûva di 20’ê mijdara 2022’yan de saet 19.00’an bi maça li bajarê Havrê ku Qeterê mahzûbanî dikir û li hemberî Ekvadorê 2-0 têk çû dest pê kir û dê bi maça fînalê ku îro saet 18:00’an li Lusailê bê lîstin bi dawî bibe. 18’ê kanûnê ku wê tûrnûva bi dawî bibe di heman demê de Roja Neteweyî ya Qeterê ye. Di serî de gelek nîqaş û mitale li ser mazûbaniya Qeterê hene, ji hêla mafnedana LGBTÎ+plusan, dûre îstîsmarkirina karkeran. Pêre rayedarên FIFA’yê ji ber ku nîqaşên weke ku Qeter ev ne bi heqê xwe, bi pereyan kiriye hate sûcdarkirin. Qeter bi hêsanî li derve wexwarina alkolê qedexe dike hema ji wextê tûrnûva dest pê kiriye destûra li derve vexwarinê jî dide. Ev jî durûtiya dewletê ji bo berjewendiya aboriya xwe dide nîşandan.
Futbol yek ji amûra dewletên ku bi 3F’yan (futbol, fado, fiesta) têne birêvebirin e. Ev îfade wek bingeha rejîma totalîter a de facto ya António de Oliveira Salazar ku ji sala 1932 heta 1968 serokwezîrê Portekîzê bû tê pejirandin. 3F diyar dike ku meşrûyeta desthilata Salazar bi dermanê hişbirinê, şahî û olê bêhiş dike û bidest dixe. Fado şahiyek folklorîk a portekîziyan e, lê weke ku tê pênasekirin nîne, jixwe di roja me ya îro de qet ne ewqasî masûm e, ber bi fihûş û karê seksê ve diçe. Fatîma jî ji hêla katolîkan bikaranîna olê ye, ev gotin carinan bi prensîbên neteweperestî, kevneperestî û olperestiyê ve tê girêdan. Ev her sê tişt jî bi nav û şêweyen cur bi cur bûne meşrûyeta dîktator û netew- dewletan.
Li Tirkiyeyê jî ev spor tim û tim ji bo menfeetên dewletê hatiye bikaranîn, pirî caran weke wê sala ku Fenerbahçe bi meseleya şîkeyê li ser zimanan bû heta sîyasetmedar û wezîrên dewletê jî diketine nav meselê li ber kamerayan û li ser vê meseleyê diaxivîn. Mînaka nêzîkatiya Mesût Ozîl a qada siyasî û pêre piştî ku li Almanya mezin bûbû jî îddîayên ku ji hêla federasyona Almanya û dewleta Almanya nîjadperestî lê hatiye kirin avêt holê. Ya rast di nav sportmenan de ji sekna fair playê dûr di destê desthilatdaran dibine maşik. Desthilatdar her dem futbol ji bo berjewendiyên xwe yên kapîtalîst an jî di biryara dayîna şerekî de ev qad tim û tim bi kar aniye.
Bi van awayan jî xîtabî hestên alîgirên tîma yên netewperest û şovenîst kiriye û van hestê wan hildaye asta herî jor. Di heman demê de ji bo hilbijartinan jî hatiye bikaranîn. Helbet yên weke Maradona an Amed Sporê ku karakterek wan a şoreşgerî jî hebû derketine/hene. Hema bi piranî di destê vê pergala qirêj ji exlaqa civakê dûr bû weke pêlîstokê. Ji ber ku ev spor di destê pergalê de ye, çiqasî hinekî xuyakirina wan hebe jî, jin hîn di vê sporê de weke gelek qadên jiyanê yên din nebûne kirde. Ya rast bi vî halî jixwe hinekî ji xwezaya jinan jî dûr e. Qasî ku hene jî tim bi awayekî ji ber laş an jî zayenda xwe têne bikaranîn. Yanî heta ev qad bi vî awayî be wê qet ne paqij be.