Berê dema ku keçek bi kesekî ji devereke dûrî gundê xwe re dizewicî car hebû ku bi salan mala bavê xwe nedidît. Ji ber di wê demê de wesayit tune bûn û çûna ji deverekê, heta bi devereke din ku piçekî dûr bûya bi rojan dirêj dikir.
Îca li gorî wê çîrokê dibêjin carekê yek ji wan kesên ku bi salane mala bavê xwe nedîtiye û gelekî bêriya wan kiriye, pirsa mala bavê xwe ji etarekî dike. Berê mirovê etar bi rojan di rê de diman û diçûn gelek gundan. Îca jinik ji etar dipirse û dibêje gelo tu neçûyî gundê mala bavê min jî.
Etar dibêje; wele beriya 9-10 rojan ez li gundê we bûm û birayê te Elo bûye muxtarê gund. Jinik dike hawar û qêrîn û dibêje welehî ku mêrek di nava mala bavê min de mabûna Elo nedibû muxtarê gund. Xuyaye qala mala bavê min nake. Dîsa ji Etar dipirse û dibêje rast bêje çi bi serê wan hatiye.
Etar pêşî behsa bavê wê û diya wê nake dibêje mane kûçikê wan mir. Jinik dibêje çawa kûçikê wan mir. Dibêje; wele ji ber hestiyên mewlûda bavê te di qirka wî de man. Jinik dibêje ma qey bavê min çi pê hat. Etar dibêje welehî piştî mirina diya te çend roj di ser de neçûn ji qehir û kerban re bavê te jî rehmet kir. Wiha jinik bi herdu kulman li sînga xwe dide û dike hawar û hey hewar.