12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişyar Ozsoy li Washingtonê tev li Konferansa Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn bû

Hişyar Ozsoy bal kişand ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd û der barê hilbijartinan de wiha got:  “Em wekî HDP’ê piştgiriyê nadin tu namzetekî neteweperest.”

Parlamenterê HDP’ê beşdarî 11’mîn Konferansa Salane ya Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê li Washingtona paytexta Amerikayê bû. Konferans roja Înê 16’ê Kanûna 2022’an de hat lidarxistin. Di panelekê de nûnerên her du partiyên opozîsyona Tirkiyê HDP û CHP’ê der barê polîtîkayên derve û navxwe yên Tirkiyê de axivîn.

Ozsoy diyar kir ku beriya ew piştgiriya xwe bi aliyekî re bike divê pêşî Tifaqa Milet projeyên xwe yên ji bo serdema piştî Erdogan aşkera bike da li wê gorê em jî biryara xwe bidin ka em ê destekê bidin wan yan na.

Parlamenterê HDP’ê  di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî jî û wiha got: “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîzeke mezin a aborî heye ku çîna navîn biçûk û lewaz dike.”

Ozsoy  der barê pirsgirêka kurd de jî wiha got:  Dema hikûmetên Tirkiyê nikarîne pirsa Kurd wek pirseke siyasî, destûrî û yasayî çareser bikin, bi bikaranîna zimanê `em xwîşk û birayê hev in`, ev gotinên han tên wê wateyê ku ew naxwazin vê pirsê çareser bikin. Ev ne pirseke malbatî ye, ne pirseke şexsî ye, lê bi yasa ve girêdayî ye, têkiliya wê bi welatîbûnê heye, lê bi wê yekê ve girêdayî ye ka gelo çi hikûmet û çi opozisyon amade ne yan dixwazin îtirafê bi mafên Kurd bikin.

Her wiha bal kişand ser mijara qeyûman û wiha got: “Ji sala 2015’an û vir ve 150 şaredarên HDP’ê ne tenê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, lê di heman demê de hatin girtin jî. Piraniya wan hêj di girtîgehê de ne. Şaredarî û rêveberiyên herêmî ji bo me girîng in.”

Hêjayî, gotinê ye ku herdu tifaqên li Tirkiyeyê bêyî dengên HDP’ê bi serê xwe nikarin hikûmetekê ava bikin an jî encamên hilbijartinan misoger bikin. Niha li gorî anketên ku tên amadekirin rêjeya dengê herdu aliyan jî derdora ji sedî 40 ye, her wiha rêjeya dengên HDP’ê derdora ji sedî 12 ye, lewra HDP xwe bide kîjan alî dibe ku ew alî bi rihetî bi ser bikeve. Lê heta niha bi rengekî aşkera di bernameya tu aliyekî ji avan aliyan de mijara çareseriya pirsa kurd tune ye.