Li Amedê, li dijî wesayîta polisan êrîşek bombeyî pêk hat. Êrîş li ser Rêya Amed û Mêrdînê li texma Bazara Sewalan dema derbasbûna wesayîta polîsên çevîkê pêk hat. Di teqînê de 8 polîs birîndar bûn. Ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Polîsên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku têkildarî teqînê 2 kes hatine binçavkirin.