Li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê hevdîtinên li ser budçeya sala 2023’yan di 5’ê kanûnê de dest pê kirin. Budçeya ku piraniya wê ji şer re hatiye veqetandin ji ber polîtîkayên înkar û pişaftinê qureşek wê ji xebatên çand û zimanê kurdî yên azad re nehatiye veqetandin. Çima dibêjim xebatên azad? Ji ber ku di bin kontrola dewletê de heke ji wan re xebat bê gotin hin “xebat” ji bo ziman û çanda kurdî tên kirin. Minak; “TRT Kurdî” û dersên bijarte yên kurdî û her wiha hin bernameyên Wezareta Çand û Turîzmê yên ji bo wêjeya kurdî hene.
Bêguman ev ne ji bo qebûlkirina çand û zimanê kurdî ji bo kontrol û xapandina kurdan e. Lewre kurdên ku dikevin vê qefikê û ji bo çend qurişan bi dildarî di van xebatan de cih digirin hene. Lê ev kurd bi vîna xwe ya azad nikarin bixebitin û hilberînê bikin. Yanî serkirdeyên dewletê yên ji bo kontrolkirina çand û zimanê kurdî hatine peywirdarkirin çi bibêjin wê dikin. Erê kurd in lê dema ku venêrînerên wan ji wan bixwazin ku navê destana neteweya xwe şaş binivisînin bêyî ku şerm bikin dikarin “Xecê û Siyabend” bikin “Siyabend ile Hece”.
Gef li kurdan hat xwarin
Ji vê rewşa sosret re dibêjin xizmeta çand û zimanê kurdî û bi “kîsên zer” gef li kesên ku bi awayekî azad doza çand û zimanê xwe dikin dixwin. Ev gef di hevdîtinên li ser budçeyê de ji aliyê Serokwekîlê Koma MHP’ê Levent Bulbul ve li parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan hat xwarin. Çima ev gef li Ocalan hat xwarin? Ji ber deşîfrekirina îstismara AKP-MHP’ê ya li ser çand û hunera kurdî di şexsê Ocalan de ev gef li kurdên azad hat xwarin.
Weke ku tê zanîn di 3’ê kanûnê de Serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan û wezîrê xwe yê bi dijminahiya ya li dijî kurdan bi nav û deng Suleyman Soylû hatibûn Rihayê û bi kurtilxwarê ku wesfa hunermendiyê lê hatiye barkirin Îbrahîm Tatlises re strana “Bingol Şewitî” gotin. Soylû û Erdogan tevî ku her roj fermana kuştina gerîlla didin jî ji bo xapandina kurdan pir bi hêsanî dikarin straneke kurdî ya li ser hovîtiya dewleta tirk a li dijî gerîllayên kurd bibêjin.
Çîroka ‘Bingol Şewitî’
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî di 7’ê kanûnê de di hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Çand û Tûrîzmê de xîtabî Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê kir û vê durûtiya Erdogan û Soylû ya li dijî kurdan li rûyê parlamenterên AKP-MHP’ê dan. Ocalan, çîroka stranê bi van gotinan vegot: “Ev stran lorandin ango zêmar e. Çewligî vê stranê dizanin. Ev stran li ser bîranîna endamê PKK’ê Zekî Yildiz hatiye nivîsandin. Ev endamek PKK’ê ye. Stran li ser endamek PKK’ê hatiye nivîsandin. Ji bo hûn bizanibin qala wê dikim. Her tiştî îstîsmar nekin. Rastiya vî welatî ye lê divê ku neyê îstîsmarkirin. Pirsgirêkên dijwar û kûr in.”
Her wiha Ocalan, di vê axaftina xwe de got ku bê qebûlkirin jî neyê qebûlkirin jî wê di sedsala nû de zimanê kurdî li Tirkiyeyê bê qebûlkirin û bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn. Li ser van gotinên Ocalan, parlamenterên AKP-MHP û CHP û ÎYÎ Partiyê ku rojek berê ji ber axaftina wî ya bi kurdî li dijî parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier derketibûn û destûr nedabûn ku bi kurdî axaftina xwe bidomîne, bertek nîşanî Ocalan dan.
Kefenbir jî hene!
Bi vê bertekê careke din rûyê rasteqîn ê parlamenterên tifaqên Cûmhûr û Millet ku hin parlamenterên kurd ên ji bo çend qurişên zêde bi wan re tevdigerin û bi qanûnan pişaftina li dijî zarokên kurd saz dikin jî derket holê. Heta Serokwekîlê Koma MHP’ê Levent Bulbul, ji ber anîna ziman a rastiya li dijî kurdan bi kuştinê gef li Ocalan xwar. Bi zimanek gelek kirêt rêbaza hovane ya li dijî gerîllayên HPG’ê bi bîr xist û got ku wê aqûbeta kesên doza çand û zimanê xwe dikin wê ya ji gerîllayan ne cudatir be.
Nizanim parlamenterê ku bi “kîsên zer” di şexsê Omer Ocalan de gef li kurdan dixwe dizane ku heta kurdên berxwedêr dikevin wan “kîsan” kefen li çend kesên ku ji hêla wî ve tên bikaranîn dibirin. Heta ku ji ber çand û zimanê kurdî gefa “kîsên zer” li kurdan bê xwarin mixabin wê kurd jî kefen li gelek bejnên leşkeran bibirin.