Em ji kîjan hêle ve li meseleyê dinerin ne girîng e; ya girîng derneketina hevdîtinê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ligel rayadarên komîteya CPT’yê ye û ev rewşa xeternak a li Îmraliyê îfade dike. Tişta ku em fam dikin, Komîteya “pêşîgirtina îşkenceyê” li Îmraliyê hevdîtin nekiriye, lê weke ku hevdîtin pêk anîbe tevgeriya. Helbet ev hesabê CPT’yê bi serneket, li tevna berxwedana Îmraliyê ket.
Pêkanîna analîzên rewşa heyî ligel pêşketinên rojane, dê kêm bimîne. Ji bo serwextbûna mijarê divê hevdîtinên rû bi rû yên ligel Rêber Abdullah Ocalan ên parêzer û malbatê pêk werin. Divê bê zanîn ku ev 21 meh in ji Îmraliyê, xeber tune ye!
Hêzên serdest ji bo tasfiyekirina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê, di rêvebirina komploya navnedewletî ya sala 1998-1999’an de rola tasfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan girtin ser xwe; helbet ev plana xwe bi sernexistin, lê bi dîlgirtina Abdullah Ocalan, jî qayîl nebûn. Bi şidandina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, dixwazin konsepta xwe bi ser bixin.
Di sedsala 21’ê de Rêber Abdullah Ocalan bi wezîfe û berpirsiyariyeke bi vî rengî radibe: Fikir-raman bi avakirina rengê bîrdozî, teorîk, felsefîk û rêxistinî pêk tê. Hêzên ku cihê xwe di komploya nav-dewletî de girtin û mêtîngeriya tirk ji vê hêza Rêber Abdullah Ocalan aciz in. Lewma hiqûqa navneteweyî jî di nav de bi binpêkirinên hemû qanûnan, bi her cûreyên zext û tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşînin û hewl didin ji civakê qût bikin. Dorpêça li Îmraliyê, bi hevkariya hiqûqa hêzên kapîtalîst tê meşandin. Sekna Îmraliyê, li hemberî van planên qirkirinê benda berxwedanê ye.
Desthilatdariya komara tirk, di parastina statûkoya kevin a herêmî de israr dike. Li ser vê bingehê bi hêzên emperyal û dewletên ku li Kurdistanê mêtingeh in, bi gelemperî li hev dike. Di navbera wan de hevgirtinên stratejîk ên dij-kurd pêk tên. Destwerdana dewleta tirk, şerê li Kurdistanê bi qirkirina kurdan bigihîne encamê. Serokê AKP’ê Erdogan, di turên xwe yên gera cîhanê de hewl dide vê siyaseta çapal a qirkirinê bi dinyayê jî bide erêkirin. Bi dirêjkirina tecrîdê re, ew dixwazin ku civaka kurd dîzayîn û terbiye bikin.
Rejîma tirk a Erdogan, sûdê ji aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn digir e, her wiha bi şidandina tecrîda li Îmraliyê re, hewl dide xitimandinên heyî derbas bike û temenê îktîdara xwe dirêj bike. Lê ji çirava ku têde ye nikare xilas bibe. Serokê AKP’ê Tayîp Erdogan, her ku devê wî vedibe, gefa şer, dagirkirina xaka kurdan dixwe. Ji bo ku tu gotinên din ên Erdogan bike nemane.
Destûra ku tune gotinek jî ji Îmraliyê derkeve nayê dayîn. Zêdetirî du sal in, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li giravê dimînin nayê girtin. Rejîma dîktator a komara Tirkiyeyê, vê pergala îşkence-tecrîdê bi tena serê xwe bi rêve nabe; bi erêkirina hiqûqa navneteweyî tecrîd, giran dibe. Qanûnên ji bo heq, hiqûq û edalêtê yên qaşo mafên mirovan diparêzin, xwe li nebihîstine danîne. Belê, lome ji hiqûqa serdestan nayê kirin; hêvî, gazind ji bêdengiya raya demokratîk a girseyên pêkhateyan e.
Diviyabû ku herî zêde jin nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîdê derxin der; lê mixabin helwesta heyî ji bo rakirina tecrîdê têr nake. Her wiha nerîna rêxistinên civakî yên ku têkoşîna edaletê dimeşînin wateyek xwe ya cuda heye. Bêhelwestî, qîmeta demokrasiya navbera pêkhateyên civakî de biçûk dixe. Divê ji vê kêliyê û şûnde, bêdengiya heyî veguhere çalakiyê.
Ev rewş nabe ku ji rêzê bê dîtin, ji dûr ve lê be temaşe kirin. Ev destnîşankirina rewşek nû ya ku gihaye asta metirsiya jiyanî! Halêhazir hewceyî bi nivîsandina gotinên dûr û dirêj jî nemaye, pêdivî, bi raberkirina helwestek giştî ya asta raperîna gelan heye. Rêber Abdullah Ocalan, 24 sal in li girava Îmraliyê di nava pergala tecrîdê ya hucreyê de tê girtin. Ocalan, ji hemû mafên jiyanê bêpar e; li cihekî veder, îzole ye.
Di vê rewşa aloz a awarte de, tê xwestin ku saziyên hiqûqî yên navneteweyî, ji bo rakirina tecrêdê bi erka xwe ya hiqûqî, exlakî û mirovî rabin; lê mixabin Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT), li gor berjewendiyên desthilatdaran biryar dide. CPT’î, di bara Îmraliyê de, bi parêzvaniya hiqûqa serdestan radibe.
Li hemberî planekî wisa xeternak ku wê destkeftiyên 50’î salên dawî ji dest me bigire, divê herkes helwesta xwe bi beşdarbûna çalakiyan nîşan bide.
Hetanî ku afrînerê paradigmaya “Modernîteya Demokratîk,” dîlgirtîbe, çareserî nayên dîtin. Rêber Abdullah Ocalan, xwedî paradîigmayeke welê ye ku di serî de jin, bandorê li tevahiya pêşveçûnên dinyayê dike. Tenê ne kurd, mirovahî jê bandor dibe. Ya ku gelê kurd dixe nava şik û gumanan rewşa ewlehî, tendurîstiya Rêber Abdullah Ocalan e. Di vê mijarê de berpirsiyariya gelek sazî û kesayetan heye. Hevdîtina rûbirû şert e. Ji ber vê yekê pêwîste deriyê Îmraliyê, bê vekirin.