Ev 20 meh e gelê kurd ji Rêber Apo xeber nagire. Di pêvajoya Îmraliyê de yekem car e, gelê kurd demek ev qas dirêj e xeber ji Rêber Apo xeber nagire. Ev rewş dibe sedema fikarên têkildarî tenduristiya Rêber Apo. Bi vê boneyê sazî û dezgehên gelê kurd bernameyek bi armanca balkişandin û şikandina tecrîda li ser Rêber Apo daxuyandin. Her wiha aşkerakirin ku heta parêzerên biçin Îmraliyê dê têkoşîna xwe bidomînin. Li çar aliyên welat û derveyî welat jî sazî, dezgeh û gehê kurd li ser piyan e. Bêguman ev helwestek rast û di cî de ye. Di heman demê de helwestek dereng mayî ye. Ji ber ku nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo nêzîkatiya li hemberî hemû gelê kurd û Kurdistanê ye. Dijminên gelê kurd bi vê hişmendî û çavî li Rêber Apo dinêrîn û li gorî wê polîtîkayên tecrîd, şer û tevkujiya gelê kurd pêş dixin. Bi vê boneyê xwedîlêderketin û parastina Rêber Apo helwest û sekna rast e.
Dagirkeran xwe dabûn îknakirin ku gelê kurd tune kirine. Di nav coş û peroşa ku Kurdistanê êdî heta hetayê ya wan e. Hemû kok û rehên berxwedên ên Kurdistanê li Geliyê Zîlan, Saso, Koçgirî, Dêrsim û Dêrsimê ji binî ve jêkiribûn. Çand û ziman ketibû ber bayê talana wan. Hemû komkujî û pêkanînên ji bo tunekirina gelekê bi cih anîbûn. Diviya êdî gelê kurd ranebibûya ser piyan. Wekî tirk, ereb û eceban bijiyana. Gelê kurd jî di astek jor de ev çarenûsa mirinê qebûl kiribû. Her çiqas çend xwendekar, nivîskar û siyasetmedar li derveyî welat bi riya çend kovaran behsa kurdayetiya û Kurdistani kiribin jî nekaribûn li derdora xwe çend kesan bigihînin hev û rêxistin bibin.
Di atmosferek siyasî û civakî ya mirî de Rêber Apo hêj di 20 saliya xwe de dikeve nav hewildana azadiya welat de. Bêderfet û bi tena serê xwe biryara doza meşandina Kurdistanê dide. Pêşiyê pênesa rewşa heyî kir. Pênaseya, “Kurdistan welatek mêtingeh e” kir û ket rê. Lê wekî tu kesê tevnegeriya. Tenê bi gotinê nema, pêwistiyên gotinê jî bi ked û berdelek mezin bi cih anî. Di encama xwendin, lêhûrbûn û xebatek mezin de dît ku tenê riyek rizgarî û azadiyê heye. Ew jî rêxistinbûn û avakirina rêxistinê ye. Rêber Apo tevahiya dîroka Kurdistanê di kesayeta xwe de dahurand û pergalek Kurdistanê bigihîne rizgariyê û gelê kurd ê li ber birinê rabike ser piyan saz kir.
Bi avakirina PKK’ê di dîroka kurd û Kurdistanê de pêvajo û serdemek nû da destpêkirin. Gelê li ber mirinê bi fikir û ramanê xwe, bi rêxistin û pergala avakirî rakir ser piyan. Gelê kurd jî guh da Rêberê xwe û da du şopa wî. Li ser şopa Rêber Apo gelek ji nûve vejiya. Bû xwedî bîr, bawerî, hişmedî û hêza fikirîn, rizgarî û azadiyê. Bi xwe, hebûn, jiyan, çand, nasname, dîrok, civak û erdnîgariya xwe hesiya. Ev tiştên ku mirovekê dike mirov, civakekê dike civak bûn. Hemû ji gelê kurd hatibûn dizîn. Rêber Apo pêşiyê gelê kurd vejiyand, piştre nîşan da ka çi jê hatiye dizîn û herî dawî jî alavên paşve girtina van nirxan da destê gelê kurd. Li ser vê bingehê gelê kurd cardin li hemberî dagirkeran wekî kelehekê rawestiya.
Rêber Apo ji bo kurd û Kurdistanê êdî tenê rêberek nîne. Xwebûn, xwenasîn û bi xwe hesiyan e. Ax, av, dar, hewa, keç, jin, zarok, xort, pîr û kalên kurd e; ziman, nasname, çand û hişmendî ye. Rêber Apo kurdê bi xwe hesiyayî, xwe ferq kirî û gihiştiye rûmeta kurdbûn û mirovbûna xwe ye. Hişmendiya dîrokî, civakî, çandî, siyasî û erdnîgarî ya gelê kurd e. Mejî û rihê civakî yê gelê kurd e. Bi vê boneyê dijmin bi her awayî ve êrîşî Rêber Apo dikin. Hem di aliyê ramanî de û hem jî di aliyê fîzîkî de… Dixwazin tola xwe ji Rêber Apo bigirin. Ji ber ku dizanin dema bikaribin Rêber Apo bêbandor bikin, dê bikaribin gelê kurd jî tune bikin. Dê bikaribin cardin xweliya kuçikan li ser welatê me bireşînin. Çand, ziman û welatê me heta hetayê bikin malê xwe. Bi êrîşên li ser Rêber Apo êrîşê hemû nirxên kurd û kurdistanî dikin.
Rêber Apo gelbûyîn, xwebûyîn, netewbûyîn, ziman, çand, civak û welat xiste hişê kurdan. Tovê kurdayetiyê cardin ser axa pîroz a Kurdistanê şîn kir. Dijmin dixwaze gelê kurd cardin van nirxan tevan ji bîr bike. Ji bo wê jî divê çavkanî û sembola van nirxan tune bike. Ji bo ku kurd cardin vê sembolê nebînin û nirxên xwe bibîr neînin. Ker, lal û bêhiş bibin. Bi vê boneyê xwedîlêderketina Rêber Apo xwedîlêkertina kurd û Kurdistanê ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadbûna Kurdistanê ye. Dijminên gelê kurd Rêber Apo wekî gelê kurd û Kurdistanê dibîne. Bi vî awayî vê êrîş dike. Gelê kurd jî divê li ser vî esasî tevbigere. Bi her awayî ve xwedî li Rêber Apo derkeve, li dora Rêberê xwe bibe xelekek ji agir û hemû pêwistiyên jî bo azadiya wî ya fîzîkî mîna armanca xwe ya bingehîn bibîne.
Bi taybetî ji ber ku ev demek dirêj e, ji Rêber Apo agahî nayê girtin, divê bertekek xurt nîşan bide. Di çarçoveya barneya ji hêla sazî, dezgah û siyaseta kurd ve hatiye aşkera kirin, sekna xwe nîşan bide. Xwedîlêderketin û parastina destkeftiyên gelê kurd bi xwedîderketina Rêber Apo pêkan e. Pêwist e gelê kurd heta parêzerên Rêber Apo pêre hevdîtinê nekin, ranewest e. Dewleta dagirker dixwaze gelê me hînî jiyanek bêyî Rêber Apo bike. Viya hêdî hêdî diceribîne. Li hemberî vê yekê helwesta gelê kurd di gotina, “Bê Serok Jiyan Nabe” derketiye holê. Divê ev rêgez cardin bikeve ser zimanê hebû kurdan û di pratîka her kurdekê de vegere têkoşîna li dijî dagirkeriyê. Ku Rêber Apo biaxive dê Kurdistan biaxive. Ku Rêber Apo bigihe azadiya fîzîkî dê Kurdistan jî bigihe azadiya şênber.
Li ser vê bingehê tevlêbûna çalakiyên xwedîlêderketina Rêber Apo barê rûmetê yê li ser milê hemû kurdan e. Peywir û deynek divê demek berî demekê bê dayîn e. Vegotin, bibîranîn û watedarkirina Rêber Apo tê wateya vegotin, bi bîranîn û watedarkirina hemû nirxên Kurdistanê. Rêber Apo bi hişmendî, feraset û felsefeya xwe ji kesbûnê derket û bû civak, dîroka, ziman, çand, ax û welat. Dîtin, nirxandin û şîrovekirina Rêber Apo ya wekî kes helwestek xelet û nesamîmî ye. Nêrînek wiha nêrîna dagirkeran e. Ji bo wê dagirker bi israr dixwazin Rêber Apo bi awayek keseyî bigirin dest. Bi riya hind hevkar û xayînan bi israr propagandaya vê yekê dikin. Lê Rêber Apo civak e û divê hemû gelê kurd wisa binirxîne û wisa nêzîk bibe.
Di demek dagirker dixwazin tevkujiya gelê kurd temam bikin de, nêzîkatiya rast a li hemberî Rêber Apo hem peywira demê û hem jî peywira dîrokî ye. Dema dema xwedîlêdertin û parastina fîzîkî, ramanî, hişmedî û paradîgmayî ya Rêber Apo ye. Serketina li ser vê xetê serketina civakî û neteweyî ye.