3 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kongra Star: Divê CPT erkên xwe bi cih bîne

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li CPT’yê kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan erk û berpirsiyaroyên xwe bi cih bînin

Li gelek deverên cîhanê gelê kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çalakiyan li dar dixin. Her wiha Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo rewşa li Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Miameleya Xerab a Ewropayê (CPT) xwest ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tecrîdeke girankirî li ser Abdullah Ocalan heye û hemû mafên mirovî, qanûnî, siyasî yên navneteweyî hatine binpêkirin. Her wiha Meclisê destnîşan kir ku ev demekî dirêj e agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin, destûra hevdîtina bi parêzer û malbatan re nayê dayîn û saziyên navneteweyî yên eleqedar jî li dijî vê rewşê bêdeng in. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku CPT yek ji wan saziyan e ku rewşa Îmraliyê bişopîne lê heta niha bêdeng e û diyar e ku ketiye bin bandora hêzên serwer. Di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT’yê hat kirin ku li gorî erk û berpirsiyariyên xwe tevbigere, rewşa Abdullah Ocalan zelal bike û ji bo bidawîkirina tecrîdê û hesabpirsîna bikeve nava liv û tevgerê.