Tirkiye êrîşên xwe yên ku di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin, didomîne. Saet di 11:30’î de Tirkiyeyê careke din bombe li ser gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê yên li Kantona Şehbayê barand.
Balafirgeh di saetên şevê de jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû bombebarankirin.
Di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 20 herêmên Kantonên Şehba û Efrînê hatin bombekirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî derdora 320 topên obus, hawan û tankan li van kantonan ketin.