Çawa ku bi qetilkirina Heqî Karer Partî-Tevger hat avakirin, li dijî wê jî rejîmê di 24’ê berfanbara 1978’an qetlîama Gurgum-Mereş û Sêwazê li ser elewiyên kurd pêş xistin. Ji xwe hema pê re 12’ê îlona 1980’î darbe rû da.
Di wê darbeya 12’ê îlonê de bi dehan kadro û pêşengên PKK’ê dîl hatin girtin û bi îşkenceyên hovane re rû bi rû man. Wisa ku li hember wan wehşetan dîsa di wan şert û mercên herî teng de PKK’iyan serê berxwedanê kişand. Pêşeng û kadroyên PKK’ê ala berxwedanê di zindanan de jî bilind kir û tawîz nedan dagirkeran. Bêguman bedelên pir giran dan. Lê bersiva wan bedelan gelêkî ji nû ve, ji xweliya xwe hat afirandin û rabû ser piyê xwe. Serê xwe bilind kir û xwedî li wan kadro û pêşengên xwe yên berxwedêr derketin. Ala wan cangoriyan nexistin erdê. Di serî de li çiya û li her derê welêt ala berxwedan û azadiyê bilindtir bû.
Bi şehadeta pêşengên Partiyê yên wekî Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad û hevalên wan di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêngaveke nû ku di dîroka Kurdistanê de yekem car e pêk tê, dest pê kir. Starta şerê gerîlatî bi çalakiya Dihê û Şemzînanê hat dayîn. Ev pêngav, wek guleya yekemîn jî di nava rayagiştî ya gelemperî û gel de jî tê binavkirin. Ji xwe ew roj û ev roj e lûleyên tivingan sar nebûye. Çalakî li dû çalakiyan tê lidarxistin. Yek; ev Tevger ne tenê li herêmekê an jî li parçeyekê Kurdistanê, li çar aliyê Tirkiyeyê, Kurdistanê heta bi awayeke em dikarin bibêjin îro belavî hemû Rojhilata Navîn jî bûye. Ev têkoşîn di warê rêxistinî û siyasî-dîplomasiyê de jî hema bêje li seranserê cîhanê xwe bi rêxistin kiriye. Dîplomasiya xwe dimeşîne û êdî bi wê guleya yekem re deng vedaye cîhanê.
Gotineke pêşiyên me kurdan heye û dibêjin: “Mêr di rojên teng de diyar dibe!” Yanê şoreşgerî û pêşengiya gelan, antî-Emperyalîstî û li dijî dagirkeriyê sekin di rêjên teng de kifş e. Her çi qas darbeya 12’ê îlonê faşîzmeke xedar be jî, ji bo şoreşgeran jî bû azmûneke cidî û mîsoger. Kî ji vê azmûnê derbas bibana encax ew dikare bibe pêşeng û hemû qedr, qîmet û rûmet jî mafê wan e. Serokatî û pêşengî jî li wan kesan pîroz e.
Çawa ku 12’ê îlonê rû da qaşo ew şoreşgerên kurd di serî de, yên tirk jî hema bêje li Kurdistan û Tirkiyeyê de yek fraksiyon û tevger neman. Halbûkî heta wê rojê bi kêmasî 93 fraksiyon rêxistin hebûn. Tev jî qaşo doza şoreşê dikirin. Serê wan rêxistin û tevgeran berê xwe dan Ewropayê. Lê sempatîzanên wan, gelê reben jî di bin îşkencexaneyan de man an jî di malên xwe de bê ser û sermiyan man. Heta ku dîsa PKK di 15’ê Tebaxa 1984’an de hemleya şerê çekdarî da destpêkirin. Heta wê rojê ji xwe çi liv û lebatekê li cihekê tunebû. Hemû şereşger revîn Ewropa. Tenê Apogeran hê dengê lingê cûntaya faşîst dihat û Serokatî ewlehiya vê girtibû. Berê xwe da nava şerê herî germ ango Filistînê. Da ku li wir xwe perwerde bikin û ji nû ve vegerin welêt, doza xwe li cihê mayî bidomînin. Ji xwe 15’ê Tebaxê ji Lubnan- Bekayê ango ji nava şerê germ yê Filistîn û Îsraîl tercube digirt. Xwe perwerde kirin û hatin welêt.
Balkêş e, bi teqîna vê guleya yekem-ewil re ji rejîmê pirtir ew tirşikçiyên ku revîbûn Ewropa li dijî derketin. Bertek nîşan dan. Ji xwe hêzeke wan a leşkerî tune bû û vê carê bi zimanê xwe li cihê germ li ser maseyên penaberiyê weke koroya mizikakerên Bremenê deng derdixistin. Dibû ewça ewça wan. Lewra rehetiya wan xera dibe. Ji xwe dawiya dawî ew xwefiroşên ku revîbûn Ewropayê piştî 20-30 salan nihêrîn ku li Ewropayê zêde nikarin ji dagirkeran re bibin palpişt, vê carê jî xwe avêtin Enqerê. Ji nêzîk de ji bo Tevgera Azadiyê têk bibin bûn wek pêlav û ketin piyê dijmin wek tûleyan. Li dû kadro û pêşengên Tevgerê digerin û hundirê xwe vedireşin. Ji bo ku şoreşgeran reş bikin çi ji dest wan tê dikin û hê jî wê kirêtiya xwe didomînin.
Me gotibû ku di dîroka Kurdistanê de di her tevgerê de du xet ligel hevdû têdikoşin. Yek berxwedan e ya din jî xiyanet e. Heta vê serdema dawî xeta xiyanetê biser ketibû. Di vê serdemê de jî xayîn û xiyanetî kêm nebûn. Tew hê pir zêdetir derketin. Ên xwe bi kartolekî, makaronekî yan bi tasek şorbeyekê yan jî bi mûçeyek xwe firotin pir derketin. Hem di rojên herî teng û dijwar de jî derketin. Dem dema li gor xwe mesafe jî girtin. Wek 15’ê Sibata 1999’an de ew xayîn û xwefiroşên der û hûndir tev li herêm û li cîhanê bextreşan bûn yek û ew Komploya 15’ê Sibatê pêk anîn. Xwestin ku roja kurd bi carekê tarî bikin. Aqûbeta serhildanên berê dubare bikin. Çawa ku di pêsîra Seyîd Riza de Reyberek derket, di pêsîra Rêber Apo de jî Brutus Osman ango hê nêzîktirê wî derket dijî wî. Ji xwe ji nava tevgerê bi dehan, bi sedan belkî kurmê darê derketin hê jî derdikevin. Bes ev xayîn û kurm di vê Tevgerê de bi ser neketin û dê tu car jî bi ser nekevin. Lewra ev Tevger naşibe yên berî xwe. Ji teva ders derxistiye û ji xwe re kiriye mînak û ew wergerandiya hêz û baweriyê. Yek jî ev Tevger ji roja derketiye heta roja îro di serî de ji xwe, ji hêza xwe bawer kiriye. Xwe nespartiye tu hêzeke biyanî. Yan jî dewletekî hegemon. An jî axayeke xwedî eşîr-malbateke dewlemend. Ji bîr û baweriya xwe hêz girtiye, ji xwe bawer kiriye. Lewra di rêya rast de ye û heta tu bêjî mafdar e. Li gor dem û cih rêbazên cuda cuda û ne tenê li derekê, heremekê li her dever û cihan xwe bi rêxistin kiriye. Ango ev Tevger bi qasî ku bi hêza xwe tevdigere ew qas jî bi aqil û bi zanatî tevdigere. Perwerdekirî ye. Dizane sibê dê çi bibe berî wê ewlehiya xwe digire.
Armanc û mebesta vê tevgerê ne mirin û kuştin e. Beravajiyê wê jyankirin û hezkirin e. Yanê felsefe ev e: “Hemû dinya bibe yek û bi ser me de were jî dê ji ya xwe neyê xwarê.” Ji miroviya xwe tawîz nade. Teslîm nabe. Beravajiya vê; hêza me ya ku hemû dinyayê jî bikaribe têk bibe hebe jî, bê sedem êrîşî çi alî û kesa nake. Loma ku ev tam nîv qirneke ango pêncî sal e bê navber tekoşînek, şerek bêhempa didome, digel vê yekê li dora 70 hezar mirov şehîd bûne, jiyana xwe ji dest dane. Ango wendahî çêbûne. Lê ew –wekî me li jor jî gotibû- serhildanên berê de ku temenê wan herî zêde salek-du sal ajotin jî herî kêm di her yekê de sed hezar mirov şehîd bûne, hatine qetilkirin. Wendahî hene. Ev jî bi me dide nîşandan ku armanc ne kuştin û wêrankirin e. Armanc pêşîlêgirtin e. Bêyî ku were kuştin û bikuje, rejîmê bîne xeta rast a çareseriyê. Wekî mirovan ligel hevdû her yek li gor dilê xwe di bin heman sîwanê de. Lê her yek bi navê xwe, bi rengê xwe bi vîn û keda xwe, xwe bi xwe birêve bibe. Bi awayekî demokratîk, bi hezkirin û serbilind bijîn. Ango Xweseriya Demokratîk tê xwestin. Armanc ev e. Ev jî tişta ku pêk neyê nîne. Ji her demê jî guncavtir e ku pêk were. Lewra ji bo vê gelek bedelên giranbûha hatine dayîn.
Bi hêviya ku êdî xwîn neyê rêtin, dil û can ne êş in. Rondikên dilsoj na, bila rondikên ji kêfa êdî werin xwarê. Salvegera vê Destana Azadiyê, damezrandina PKK’ê di serî de; li sazûmankarê wê Rêber Apo, li hemû cangorî û milîtanên wê, li gelê kurd, li hemû gelên herêma Rojhilata Navîn û li tevahiya mirovahiyê pîroz be!