Başe, wê koma biçûk, koma Apogeran çi dixwestin; em pir nakevin kitekitan (Lewra ew dikare bibe mijara pirtûkan. Ji xwe têra xwe li ser hatiye nivîsandin û hê jî tê nivîsandin ku Serok Apo dibêje, “Roman û helbesta bê dawî…”) Li welêt bi tevî qaşo şoreşger û pêşengan ku nav li xwe kirine şoreşger nediwêrîn nav li vê rewşa kambax bikin. Ji xwe gel hatiye çewisandin. Bi zimanê xwe nikare bisitire yan jî bigirî. Straneke kurdî dikare bibe sedemê kuştina wan kesan. Her roj li malekî, her roj ji gundekî dûxana agirê artêşa dagirker bilind dibe, hildikişe. Agir berdidin malan. Lê ew şoreşgerên ku qaşo dê bibin rizgarkerê Kurdistanê çi dikin, çi dixwazin?
Cara ewil sazûmankarê vê komê Abdullah Ocalan di sala 1973’yan de li Enqerê di dibistana bilind (SBF)-Fakulteya Zanistî û Siyasî de di nava mejiyê dagirkeriyê de rewşa Kurdistanê wek şîmaqekî tund li rûyê rejîmê dixe. Dibêje, “Kurdistan Mêtingeh e. Divê teqez ji bin vê mêtingeriyê rizgar bibe. Karê şoreşgeran jî divê ev be…” Axaftineke weke vê dike. Wê gavê êdî qiyamet radibe. Qaşo yên doza şoreşê dikin ew qaşo şoreşgerên kurd û Kurdistanê çawa li hember vê helwesta Apo derdikevin? Ev wek sosret êdî rûyê wan teva deşîfre dibe û rûpoşa wan dikeve.
Koma Apogeran hê nebûye partî an jî tevger. Lê stratejiya wan diyar e. Dirûşmeya wan aşkeraye û hedefa wan zelal e. Stratejî azadî û serxwebûna Kurdistaneke yekpare ye. Dirûşme; “Bimre dagirkerî, mêtingerî û her cureyê paşverûtî! Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!” ye. Hedef jî hemû hêz û sazî û dezgeyên rejîmê ligel hevkarên dewlet, axa û kompradorên kurdên hevkar in. Ji xwe bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê, ango partîbûna wê koma şoreşger-Apogeran re; di 27’ê Mijdara 1978’an de ava dibe û şûn de hema di bihara 1979’an de berê xwe didin hêza hevkar û lingê dagirkeriyê, axayên xwînmij û zilimkar. Li Sêwereg û Hîlwana Rihayê partîbûniya xwe bi çalakiyeke wisa îlan dike.
Çawa ku Apogeran partîbûna xwe, ango avabûna PKK’ê îlan kirin û şûn de ji her aliyan ve êrîşên tund çêbûn li ser partiyê, ev êrîş tenê ji aliyê rejîmê ve nehatibû kirin. Piraniya êrîşan ji aliyê qaşo wan hêzên kurd û şoreşger ve hatibûn kirin. Van hêzan dev ji mêtinger û dagirkeran jî berdane tam bûne tajî û tûle li pey nêçîra Apogeran dikevin. Ji dewletê pirtir ew har û dîn dibin ku pêşengî ji destê wan derdikeve û esas daxwaz û mebesta wan aşkera dibe. Ji xwe her fraksiyonên ku me li jor çend heb nav dabû ew tev bi awayeke fermî sazî û komele vedikin. Ji bo dewletê xeternak nîne ku dewlet jî çavên xwe ji wan re digire. Heta piştgirî dide wan ku ew bera PKK’iyan bide. Hê beriya ku koma şoreşger ya Apogeran nebûye partî di 1977’an de yek ji pêşengê komê Heqî Karer li Dîlokê bi awayeke bêbext qetil dikin. Ji xwe bi vê êrîşa xwe ya kirêt qaşo şoreşgerên kurdan ruyê xwe teşîr kirin û xwe avêtin hembêza rejîmê. Tew ji xwe re navê ‘Pênc Perçeciyan’ li xwe kiribû! Xwedîgravî angaşt dikin ku ‘Kurdistan pênc perçe’ ye! Ew koma kontra ya bi navê Stêrka Sor an jî Pênc Perçecî, endamekî wan ê ku bi navê Alaatîn Kapan Heqî Karer di Dîlokê de di nava nîqaşeke bîrdozî de bi awayeke bêbext ji pişt ve qetil dike. Bêguman Apogeran di cih de heyfa wî sitandin û ew kujer kuştin. Lê bi qetilkirina Heqî Karer êdî koma şoreşger gihîşt wê encamê neçarin ku xwe bi rêxistin bikin. Ev rêxistin jî bi navekî ango bi bername, plansazî û bi rêk û pêk xwedî stratejî û berî her tiştî jî dîsîplîn ferz dibe. Ev jî encax bi partiyeke bi rêk û pêk gengaz e. Loma ku êdî dikevin di nav hewldanên rêxistinî. Pir bi dorfirehî Kurdistanê lê dikolin. Lêgerîn dikin. Rewşa gelê heremê nas dikin. Dil û hestên gelê heremê oxilme dikin û li her bajarê Kurdistanê nebe jî di çend navendan de wekî; Çewlig, Dîlok, Riha, Xarpêt, Semsûr, Dêrsim, Êlih Agirî û bêguman Amedê de xwe bi rêxistin dikin. Ew koma ku bi qasî tiliyê destan bûn, bûn neh komên bijare. Ango neh kom, kadro û pêşengên Tevgera Azadiyê. Bi vê xebateke hûr û kûr berfireh dibe. Bi gotina Serokatiyê dibêje, “êdî zarok bi papûlikan dikare bimeşe.” Hêdî hêdî bi ser piya dikeve û gavên xwe li gor hêza xwe diavêje. Bi vê bîr û bawerî û ferasetê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya Licê kom dibe, Kongreya xwe ya ewilî bi 25 kesan pêk tîne. Rêveberî, Sekreterî lijneyên xwe, peywirdarî tev bi awayeke rêk û pêk diyar kirin û her yek li ser peywirê xwe ve meşiyan. Divê tiştek jî baş were fêmkirin ku ev kom ji kom û tevger û rêxistinên din û yên berî wê serdemê jî pir cuda bû. Yanê ev PKK ji serokê wê bigire heta endamê wê yê herî dawî tev jî; ne yek axa bû, ne jî ji malên axa an beg an bûn. Ne ji eşîreke klasik bûn. Tev jî xwendekar, ji malbatên xizan û ji nava gel bi xwe bû. Lê wek tê zanîn yên berê hema bêje tev jî an axayeke navdar an jî ji malbateke navdar bûn. An şêxek an jî eşîreke xurt bûn serokê wan tevgerên berê.
Ya diduya jî; ev Partî an jî Tevger ango PKK xwedî bîrdoziyeke herî modern, pêşverû û rasteqîn dihilbijêre. Wê ji xwe re esas digire û bi wê bawer e. Yanê Sosyalîzma Zanistî ji xwe re dike rehber. Wisa ku şîara esasî jî, “Di Sosyalîzmê de Israr di Mirovbûnê de Israr e”! Bi vê şîar û baweriyê dikeve rê.
Rewşa Tirkiyeyê û Kurdistanê ya kambax her ku diçû şêlotir û kambaxtir dibû. Rojê herî kêm bi dehan ciwan dihatin kuştin, qetilkirin. Rejîm li aliyekî dikuje û hevkarên wan ên qaşo şoreşgerên welêt jî li hêla din êrîşî Apogeran dikin. Êdî wisa bûye ku ji xwe re weke deverên rizgarkirî îlan dikin û nedihişt Apoger bikevin wan deran. Di vê rewşa welê de darbeya 12’ê Îlonê pêk hat. Ji xwe deh salên xwe hê neqedandibû dîsa darbeyek hê tundtir dest pê kir. Ev darbe bêguman faşîzmeke xedar û heta hovane bû. Bi sedhezaran gel hatin girtin. Bi hezaran ciwan hatin qetilkirin. Wek sîlîndîreke qerase di ser gel de hat gerandin. Zêdetirî jî li ser Kurdistanê û bêguman li hember Apogeran ev darbe pêk hat. Ango wek bersivdayîna PKK’ê ye ev darbeya 12’ê Îlona 1980’an.