12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Norman Paech: Kurd bi tenê hiştin 

Prof. Norman Paech, der darê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Sûriyeyê re axivî û diyar kir ku Tirkiye peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) bin pê dike.

Yek ji pisporê hiqûq û siyaseta navnetewî yê Ewropayê pêşeng Prof. Norman Paech, êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji 19’ê mijdarê ve hatine destpêkirin, nirxandin. Paech ê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku Tirkiyeya ku  endama Peymana Atlantîk a Bakur  e (NATO) di salên dawî de mafên mirovan û pîvanên hiqûqa navneteweyî bin pê dike û got: “Mixabin ev êrîşên bêrehm ên li ser gelê kurd ji rêzê têne dîtin.”  Prof. Paech bal kişand ser xalên Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Tirkiye jî mohr kiriye û got: “Bi êrîşên dawî yên li ser rojava re dewleta tirk bendên 4 û 7 ên xala 2’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî bin pê kiriye.”

Zanyarê alman Prof. Norman Paech, destnîşan kir ku bi van bendên peymanê re hatiye misogerkirin ku divê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hurmetê nîşanî yekparebûn û serweriya xaka welatekî din bidin û wiha berdewam kir: “Heke yek van bendan bin pê bike û êrîşî welatekî din bike, rewş divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê ji bo bidawîkirina êrîşên Tirkiyeyê divê bi lez bikevin nava liv û tevgerê û dest li vê rewşê werdin.”

Li pêş çavê cîhanê êrîşan dikin

Prof. Paech, bi bîr xist ku kurdan û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk a ji mafên wekhev ava kirine û ev yek divê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bêne parastin û wiha pê de çû: “Kurdan bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re mirovahî hemû rizgar kirin. Lê mixabin niha di êrîşan de hem ji aliyê DYA’yê ve hem jî ji aliyê Rûsyayê ve bi têne hiştin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rengekî şênber êrîş li wan tê kirin. Ev yek di heman demê de durûtiya NATO’yê û dewletên rojavayî jî radixe pêş çavan.”

 Almanya dikare van êrîşan bide sekinandin

Prof. Norman Paech, destnîşan kir ku bi taybetî Almanya heke bixwaze wê karibe van êrîşên rejîma Erdogan bisekinîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava welatên rojavayî de ya ku têkiliyên xwe bi Erdogan re gelekî baş e û herî zêde hevkariyê pê re dike Almanya ye. Heke Almanya bixwaze bi pêkanînên leşkerî û aborî dikare bike ku dawî li van êrîşên binpêkirina hiqûqa navneteweyî bê anîn.”

Divê li ber rejîma Erdogan rabe

Di dawiya axaftina xwe de Paech, diyar kir ku Almanya li şûna ku bi rola xwe rabe ji rejîma Erdogan re dibe hevpar û sûcên rejîmê ji nedîtî ve tê û got: “Gotina ku weke şexs bandoreke nebaş li min kir gotina ‘Divê êrîş heta astekê be’ ya Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser bû. Ev gotin ne ya qebûlkirinê ye. Almanya divê bi rengekî şênber bibêje ‘Ev êrîş bi tu awayî li gorî hiqûqa navneteweyî û endametiya NATO’yê nîne’ û helwestê nîşan bide. Divê NATO jî vê mijarê bixe rojeva xwe û li ber rejîma Erdogan rabe.”