Li gorî nûçeyeke ajansa Mezopotamyayê dîwana Muhesebatê tespît kir ku hemû veneguhezên Şaredariya Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe bi haciz in. Şaredarî bêyî îhale bê kirin 23 milyon TL li ser lale û daran hatiye xerckirin, alîkariya civakî bêqayde hatiye kirin û di hemû karan de zêde hatiye nîşandan.
Madem ku ewqas perê qeyûm hene çima perê mexdûran nade wan
Di lêkolîna îhaleyan de hat tesbîtkirin ku kirînên ku îstîsna negirtine bêyî îhale hatine kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Midûriyeta Park û Baxçeyan ji bo di sala 2021’an de li qadên hêşîn, navend, park û qadên daristanan bên çandin bi 23 milyon û 205 hezar û 750 TL dar, şînahî, nebat û laleyan hatine kirîn. Hat diyarkirin ku kirînên navborî ji bo her qelemekê ji 4 şîrketên ku li herêma Sakarya-Kocaeliyê cih digirin, bi teklîfên cuda hatine kirin.
Bi sedan xebatkarên şaredariyan ên ku piştî desteserkirina qeyûman bi biryarên di hukmê qanûnan de ‘KHK’ê ji karên wan hatin derxistin û 5 sal in doza vegera karên xwe dikin, ji alî dadgehan ve jî mafdar hatine dîtin. Lê her ku dadgeh biryara xwe derbarê vegera wan xebatkaran de dide dîsa şaredariyên qeyûman dozê itîraz dikin û dişînin dadgeha bilind.
Di nava van 5 salan de herî kêm 3 caran dadgehan ew xebatkarên ku qeyûm ew ji kar derxistine mafdar dibîne lê dîsa jî qeyûm li şûna wan vegerîne karê wan û tazmînatên wan bide ew itîraz dike û dozan dişîne dadgeha bilind.
Lewre mirov diakre bêje li şûna qeyûmên şaredariyan bi 23 milyonan gul û kulîlkan dikire çima mafê mexdûrên ku ew ji kar girtinibûn û bi riya dadgehan mafdar hatine dîtin, nadin wan?
Talana qeyûm
Her wiha di raporê de hat tespîtkirin ku xetên dolmîşan bêyî ku îhaleya wan bê kirin û bêdem kooperatîfên wan hatiye dayîn. Her wiha di raporê de hat gotin dahatên ji bo Muzeya Bajêr a Amedê ku girêdayî Midûriyeta Şaxê Muzeyan e nehatiye qeydkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo jêpirsîna alîkariya civakî jî Pergala Agahiyan a Alîkariya Civakî ya Biyekbûn (BSYS) nehatiye bikaranîn û di alîkariyên civakî ango bo xelkê de bêûsûlî hatiye kirin.