12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan bîrdoziya molayan derizand

Kuçeyên rojhilatê Kurdistan û Îranê ji hêrsa raperîna jin û ciwanên şoreşger difûr e. Roj nîne ku bajarek din beşdarî pêla serhildana azadiyê nebe. Yekem care ku jinên kurd, belûc, fars, ereb û azerî mil dane milê hev û li dijî pergala zilmê, bûne dengê serhildanê. Jin, doza heqê xwe yê jiyanê dike.

Rejîma Îranê, yek ji wan desthilatdarên destpot ên netewe-dewletê pêk tê. Tevî serdestiya mêr-netewe-dewletê, zilmê li hemû pêkhateyên etnîkî, bawerî, jin, çandî, çînî û cihêrengiyên zayêndî dike. Jiyanê li civakê teng dike, heyîn, ked û mafên jinan înkar dike. Nerazîbûn, serhildana jinan a li hemberî vê pergalê mafek e.

Xwendekarên Zanîngeha Sineyê, berê serhildanên li kuçe û kolanên rojhilatê welêt veguhestin lûtkeya çiyayên azad. Ev ji bo serhildana civakî ya rojhilatê Kurdistanê qonaxeke nû ya pêşdeçûna şoreşê ye. Ciwanan bi daxuyaniyeke biryara xwe ya mezinkirina şoreşê ragihand! Dê ev helwesta xwendekarên Zanîngeha Sineyê, rêya evîndarên şoreşê ronîbike. Bi tevlibûna ciwanan a nava refên şoreşê re, di konaxa rêveçûna serhildanê de geşedanên nû çêbin.

Erê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên bi lez rû didin, lê divê raperîna jin û gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê jî, bi tenê neyê hiştin. Serhildanên ku bi pêşengiya jinên ciwan destpê kir, 55 roj li pey xwe hişt ku belavî seranserî kuçe û kolanên gund û bajarên welêt bû; asta çirûska serhildana jinan berbelavî girseyên cihê yên civakê bû.

Civaka rojhilatê Kurdistanê, bi vê  helwesta xwe desthilata Komara Îslamî ya molayên  Îranê anî ber hilweşandinê. Pêşengiya raperîne ji nivşeke wêrek ê bêtirs pêk tê. Rejîm êdî çi jî bike, dê nikaribe van ciwanan bêdeng bike. Wan rêya xwe ya hesap pirsîne dît; ew nema êdî disekinin. Ji lewma hesabê rayedarên dewletê yên tepisandina serhildana civaka jin û gelên îranî bi ser neket, êrîşên rejîmê yên tepisandinê beyhûde ne.

Ji sedema ku serhildanên gel ên bi pêşengiya şîara Jin, Jiyan, Azadî, bi bajarekî ve sînordar nema û berbelavî tevahî Rojhilat û Îranê bûn, ji yên salên berê cudatir teşe girt. Ji bo ku serhildan bi pêşengiya jin, bindest û çîna kedkar bi pêşdikeve, hêla wê ya “hevgirtina civakî,” dekmoratîk û azadîxwaz li pêş e.

Di pêşdebirina serhildanê de, keda ku dayikên rojhilat didin, mezin e. Xwedîderketina dayikan a li raperîne, hembêzkirina hêviya ji azadiyê ye. Hewldana dayikên rojhilatê Kurdistanê, wêrekiyek esîl a hêza moralê ye. Ev sekna dayikên serhildêr, silavên bêdawî heq dike.

Civaka rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li dijî rejîma mêrserwer di nav nerazîbûnên demokratîk de daxwaza mafên xwe yên mirovî û serbestiya jiyanê dike. Derd û kulên xwe yên ji zilma dîroka 45 salên borî, ku li ser wan hatiye meşandin bi derketina kolanan protesto dike. Daxwaza guhertinên bingehîn ên heq, hiqûq û azadiyê dikin. Rejîma “teokratîk” a molayan, bêedaletî, cudakariyê dike, pêkhateyên civakê ji hev parçe parçe dike û bera pêsîra hev dide. Civak vê rejîma teokratîk a dij-demokratîk naxwaze, guhertin û veguhertinên bingehîn ên zihnî/qanûnî dixwaze.

Serhildana jinên Rojhilat û Îranê, şoreşa jinan a civakî îfade dike. Reaksiyona jinan, hemû sînorên tirsê derbas kir, bandora xwe li tevahî pêkhateyên din ên çîna kedkar-karker, jin, mêr û pîşeyî dike. Di encama her serhildanek civakî de, hevsengiyên statuko-parêz serûbino dibin. Li şûna hevsengiyên klasîk-kevneşop, xisletên lîderên gelan dertên. Civaka Rojhilat-Îranî, di vê pêvajoya serhildanan de jin pêşengên xwe, dîtin. Raperîn bi rêbertiya jinan belavî dibistan, zanîngeh, kargeh, kolanên gund û bajaran bû. Mêr, bi pêşengiya jinan dadikevin qadên serhildanê û bi dûrişma “Jin, Jiyan, Azadî” hevalbendiya xwe ya ligel nirxên bi destê jinan hatine afirandin, araste dike. Xelasbûna xwe ya ji pergala serdestiyê, bi pêşveçûna asta rêbertiya jinan, raber dike.

Civaka ji pêkhateyên Kurdistan-Îranê, li hemberî hişmendiya pergala kapîtalîst, di hevgirtina jiyana komunal a parvekirinê de xwedî helwestek bi hev re jiyana azad e. Yek ji armancên gelên serhilder ên Rojhilat û Îranê, bi berxwedanê anîna demokrasiyê ye. Her wiha ji mafê her civakê ye ku xwe li hemberî êrîşên qirkirine birêxistin bike.

Rêxistina civakî nîşaneya hêza jinên kurd, diyar dike. Jina kurd, xwedî tevgerek civakî ya rêxistinkirî ye. Serhildana gelên îranî, îlhama xwe ji vê rastiya heyî girt. Dema em pirsgirêka jinan ji hêla felsefîk ve bigrin dest; azadiya jinan, şoreşa jinan tê wateya azadiya jiyanê. Li dijî sîstema heyî ya mêtingeriyê, têkoşîna jinan bi rengekî xwezayî tê wateya azadiya civakê. Şoreşa jinan li dijî paradigmaya modernîteya kapîtalîst, hêza alternatîfa zanist a sosyalîzma jinan aşkera dike.

Ruhê mirovahiya pêşverû ya li dijî pergala neqenc-zalim li ber xwe dide, di raperînên li bajarên, Mahabad, Saqiz, Sine, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Tahran û Meşhed de, di dilê pergala dîktator de bû pêtek ji agirê hêrsa jinan. Pêta meşaleya agirê serhildana Jîna Emînî, belavî cîhanê bû. Serhildana jinên rojhilatî, bîrdoziya rejîma molan derizand.

Şerê xwedavendên serdemê yê li dijî tarîtiya xwedayên kurnaz ên ku agire mirovahiyê dizîn, sînorê Kurdistanê derbas kir. Serhildana jinan a li dijî koletî, bindestiyê di raya gulobal de mezin dibe! Têkoşîna jinan, êdî veguherî serhildanek civakî. Her wiha beşên cuda yên civakê, komên etnîkî, cihêrêngiya zayendî, azadiya xwe di azadiya jinan de vegotin û bi vê armancê  li ber xwe didin.