Kalo gelekî birçî bûbû û her kêlîkekê ji bûka malê re digot; ma ka çawa çêbû. Ma ew xwarin nema çêdibe? Her kî nizanibe wê bibêje qey tu qeliyê çêdikî.
Hingî kalo bi ser wan de pitepit kir hema tirşika xwe nîvkişyayî danîn ber kalo.
Kalo tu caran xwarina xwe bêyî ku bibêje bismilah nedixwar. Lê vê carê nû xwarin danîn hema bêyî tiştekî bibêje dest bi xwarinê kir. Hingî xwarin germ bû devê wî peritî.
Di wê navberê de neviyê kalo jê re got; kalo te herdem ji me re digot kesê nebêje bismilah û bixwe, cin jî pê re nan dixwe.
Kalo bi hêrs got; hey kurê kerê me heta vê saetê kîjan mirov û cin birçî mane ku li hêviya min û tirşka diya te bimînin.