Girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ku bi angaşta kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Mîrlîwa Bahtiyar Aydin ji sala 1993’yan ve girtiye û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, wê îro danişîna wî bê dîtin. Ji bo berdana Ozkan, li ser Twîtterê bi hashtaga “#JiEmînOzkanreAzadî (#EminÖzkanaÖzgürlük)” kampanya hat destpêkirin.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes tev li kampanyayê bûn û li ser hesabên xwe yên Twîtterê hashtag parve kirin û daxwaza berdana Ozkan kirin.