13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtîgehan OHD’ê xwest mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin

OHD’ê bi raporekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Sêweregê aşkera kir û ji bo ku binpêkirinên li girtîgehan di cih de bên şopandin banga avakirina “Mekanîznameya venihêrînê ya serbixwe” kir.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, der barê binpêkirinên li girtîgehên hejmar 1 û hejmar 2 ya tîpa T ên Rihayê û Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Sêweregê rapor amade kir û li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel di daxuyaniyê de got ku piştî serlêdanan, çûne serdana girtîgehan û rapora xwe ya 3 mehan amade kirine. Demîrel, diyar kir ku tevî gelek serlêdanan jî binpêkirinên li girtîgehan bi dawî nebûne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi S.D., S.Ç., Î.D., Î.K. û O.A., li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê bi E.G., A.B., Ş.M. û E.G. û ji Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê jî bi A.G. û Î.A. re hevdîtin hatine kirin. Di raporê de binpêkirinên li girtîgehan wiha hatin rêzkirin:

Girtîgeha Hejmara 1 a Rihayê Rihayê

* Di encama hevdîtinên bi girtiyan re derket holê ku gelemperiya pirsgirêkên ku di encama hevdîtinên salên 2021 û 2022’yan de hatibûn raporkirin hêj berdewam in, tecrîda li ser girtiyan a bi hinceta pandemiyê hêj didome û hemû aliyên peywendîdanînê hatine bisînorkirin.

* Girtiyan da zanîn ku hinek rojname û kovar ji wan re nayên dayîn, mafê ragihandinê tê binpêkirin, name û pirtûkên ji derve tên pir dereng digehijin ber destê wan, kargoyên wan pir dereng tên dayîn.

* Girtiyên siyasî ji mafê axaftina li ser telefonê ya bidîmen bêpar tên hiştin, mafê wan ê axaftina li ser telefonê li gorî girtiyên edlî kintir e û rêveberiya girtîgehê cihêkariyê dike.

* Girtiyan got; xwarinên girtîgehê bi tendurist nînin û nayên xwarin. Ji bo vê daxwazname hatine şandin lê di vê mijarê de tu pêşketin çênebûne. Paqijî baş nîne, pirsgirêka av û ceyranê heye, girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk û yên diran/çav heyî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, tedawiya wan nayê kirin an jî tê vehêlandin.

* Daxwaznameyên wan nayên bersivandin, daxwaza hevdîtinê nayê qebûlkirin, rêveberiya girtîgehê nêzikatiyeke ku rûmeta mirovan binpê dike raber dike û li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, bêhtir kûr dike.

* Ev demekî dirêj e ku pêvajoya pandemiyê didome, binpêkirinên li girtîgehê zêde bûne, destûra çalakiyên din nayê dayîn (pirtûkxane, qurs û hwd.), tenê destûra sporê tê dayîn lê ew jî li qada girtî tê dayîn. Rêveberiya girtîgehê pêvajoya pandemiyê ji bo binpêkirinên mafan bi kar tîne.

* Bi avakirina lijneyên çavdêriyê re rêveberiya girtîgehê zextê li girtîgehan dike û weke mueyîde jî girtî tên sirgûnkirin.

* Di hevdîtinan de girtiyan herî zêde qala pirsgirêka ragihandinê kirine. Di mijara name, daxwazname, telefon û hwd. de rêveberî gelek astengiyan derdixîne, nameyên di nava saziyê de hatine qedexekirin û ev pirsgirêk bi pêvajoya pandemiyê re hîn zêdetir bûye.

* Rêveberiya girtîgehê ji bo her liv û tevgera wan bi awayekî derhiqûqî cezayê disiplînê dide, lewma girtî nikarin ji daxisitina ceza ya ji bo rewşa baş sûdê bigirin û rêveberiyê ev pirsgirêk veguherandiye pirsgirêkeke kronîk.

* Rêveberiya girtîgehê her hefteyê lêgerînên keyfî dike, di van lêgerînan de dest danin ser amûrên me, hevdîtinên vekirî tên bisînorkirin, karmendê girtîgehê bêyî ku destûrê bixwazin dikevin qada hevdîtinê, di dema hevdîtinê de zexta psîkolojîk dikin û êdî ev yek veguheriye pirsgirêkeke kronîk.

* Girtiyên temen mezin û nexweşên giran li qawîşên me hene, mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin, tedawî û sewqên pêwîst nayên kirin û nikarin li girtîgehê bi tena serê xwe bijîn.

Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê

* Rêveberiya girtîgehê zexta psîkolojîk li girtiyan dike, gardiyan dikevin nava hewldanên provakatîf, bi awayekî keyfî hefteyê 2-3 caran bi ser qawîşan de tê girtin, di dema lêgerînan de amûrên girtiyan ên zarûrî tên desteserkirin û ev lêgerîn êdî veguherîne muameleyek xerab.

* Di dema hevdîtina bi parêzeran re de li girtiyan ferz dikin ku ji cîhazê X-Ray re derbas bibin û ev sepan êdî veguheriye muameleyeke xerab.

* Daxwazname û nameyên girtiyan nagihijin binecihiyê, serlêdanên wan ên nivîskî bêbersiv tên hiştin, rêveberî hejmarê nade daxwaznameyan, di mijara peywendiyan de pirsgirêkan dijîn û ev pirsgirêk bi taybet jî di dema pandemiyê de zêdetir bûne.

* Mafê hevdîtina li ser telefonê ji bo girtiyên siyasî hefteyê 10 deqe, ji bo girtiyên edlî jî 30 deqe ne. Bi vê yekê re rêveberiya girtîgehê cihêkariyê dike.

* Televîzyon û radyo hene lê tenê kanalên ku rêveberî destûrê dide tên vekirin. Rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê, hinek pirtûk û kovar nayên dayîn.

* Girtiyan got ku di şertên nebaş de dibin nexweşxaneyê, êdî çûn û hatin veguheriye îşkenceyê û ji demê diyarkirî pir dirêjtir li qawîşan tên ragirtin.

* He wiha girtiyan diyar kir ku car bi car bi karmendên girtîgehê re pirsgirêkan dijîn lê rêveberiya girtîgehê sersar tevdigere, tevdîrên pêwîst nagire û karmendên girtîgehê bi lêpirsîna disiplînê gefan li wan dixwin.

* Ji bilî sporê destûra tu çalakiyên din ên civakî nayê dayîn, spor jî bi qawîşên din re hevpar nayê dayîn, hefteyê saetekê li qadeke girtî tê kirin, qurs nayên vekirin, ji hêla aboriyê ve girtiyan didin zorê û fatûreyên ceyranê pir zêde tên.

Pirsgirêkên girtiyên jin

* Hinek pirsgirêkên taybet ên jin dijîn ev in; gelemperî di mijara amûrên wan ên şexsî de ku di rojên taybet de bi kar tînin ên weke ped, şampuan vs. pirsgirêkê dijîn, her tiştên li kantînê tên firotin pir biha ne û bi giştî ji hêla aborî ve zehmetiyan dikişînin.

* Di dema guhertina qawîşê de pirsgirêkan dijîn, li girtîgeha wan gelek sirgûn tên kirin lewma kêmek kes li qawîşan dimînin (2-3), carnan dixwazin biçin qawîşên din lê rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî asteng dike.

* Qawîşên wan pir qirêjî ne, daxwaza paqijiyê kirine lê rêveberiyê şertên pêwîst bi cih neanîne, bi derfetên xwe paqijiyê dikin lê rêveberî alavên pêwîst nade, rêveberî girîngiyê nade paqijiyê û ji bo parastina wan a ji nexweşiyan nakeve nava hewldanan.

Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Sêweregê

* Girtiyan da zanîn ku pirsgirêka wan a herî mezin, pirsgirêka peywendîdanînê dijîn. Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê di mijarên daxwazname, name, telefon û alavên din ên ragihandinê de astengiyan derdixîne, destûra nameyên nava girtîgehê nade û ev pirsgirêk piştî pandemiyê zêdetir bûne.

* Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hincetên cur bi cur nahêle girtî ji mafê berdana bi kontrola edlî sûd bigirin. Ji bo çareserkirina vê pirgirêkê xwestine bi rayedaran re hevdîtinê bikin lê hatiye redkirin.”

Banga ji bo bidawîkirina binpêkirinan

Di dawiya raporê de jî ev bang hat kirin: “Hatiye tespîtkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş, başkirina şert û mercên fîzîkî yên girtîgehan, bidawîkirina muameleyên derhiqûqî û binpêkirinan, divê venihêrîneke darazî ya bibandor bê destpêkirin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li girtîgehan, di çarçoveya hiqûqa neteweyî û navneteweyî de mekanîzmayên venihêrînê yên serbixwe ava bikin. Her wiha banga me ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a TBMM’ê ew e ku li dijî van binpêkirinên li girtîgehan bi peywira xwe rabin.”