Komek hevalên hev ên zanîngehê hebûn. Her roja yekşemê li mala yekî ji hevalên xwe diciviyan. Dor hat ser Heso. Heso sibehê rabû derdora xwe da hev û li hêviya mêvanên xwe rawestiya. Hevalên Heso yek bi yek hatin û sohbeta wan germ bû. Heso rabû ji wan re çayê çêbike. Heso çaya xwe amade kir lê dît ku piça şekirê wî yê çayê nemaye.
Wê rojê qurûşek pere jî di berîka Heso de tune bû. Heso kûr û dûr fikirî, paşê tiştek hat bîra wî û got encax wiha ez xwe ji vê pirsgirêkê xelas bikim. Berê li Binxetê xwediyê malê çayê ji mêvanan re dadigit û şekir jî davêt nava qedeha çayê. Hineka jî bi carekê şekir dixist nava çaydana çayê.
Heso çayê ji hevalên xwe re dagirt û wiha got:
– Hevalno min şekir avêtiye çaya we tevan lê di nava wan de tenê çayek tal heye. Ew çaya tal li para kê ji we bikeve em ê îşev tev mêvanê wî yê şîvê bin. Hevalên Heso tevan jî çaya xwe vexwarin û kesekî jî dengê xwe nekir û negot çaya min bêşekir e.