Gulek; bi reng, bêhn, bedewbûn û xwezaya tê de dijî de watedar e û cîhaneke bêhampa ya bi serê xwe ye. Pelikekî ji wê bişeqinî yan pelikekê li ser wê bikî tu zirarê hem didî wê, hem xwe, hem jî xwezaya em tê de dijîn û tevahiya mirovahiyê. Mirov jî bi reng, ziman, çand, bawerî û taybetmendiyên xwe yên cuda wek gulan e ku dibe destpêka çîroka me. Mirov bi van xûsûsiyetan bi nirx e, xweşik e, fodil e, balkêş û pîroz e. Mudaxaleya ji derve ya li ser taybetmendiyên wê zilmekî mezin e, despotîzmeke hov e, egoîzmeke har e û sûcekî dijmirovahiyê ye. Bi vê yekê ve girêdayî di vê baweriyê de me ku di peşêrojê de makezagon, qanûn, yasa û êdî çi hebe ew ê ne li gorî welatan, li gorî mirovahiyê bên dirustkirin. Qanûnên netew-dewletan wê ji holê rabin. Di cîhanê de dewlet jî di nav de, kî sûcekî li dijî mirovan bike wê bê darizandin. Heke heta wê rojê bimînim, gilîkarê vê dadgehê yê yekemîn jî ez ê bi xwe bim.
Çîroka min jî li gundekî di nava deşta Konyayê yê bêav de mîna guleka rehê xwe av dîtî, bi taybetmendiyên xwe çola ziwa û cîhanê dixemilînî destpê dike. Di esasê xwe de ne tenê çîroka min, a me hemûyan e. Lewra em pir dişibin hev û çîrokên me weke hev in. Heta şeş saliya xwe li wî gundî min bi kurdî xeyal didîtin, dilîstim, şên û şad bûm û jiyaneke li gorî dilê xwe min didomand. Tenê dema leşkerek dihat em direvîn nav xaniyan an jî dema balafirek derbas dibû me xwe bilez diavêt kort, çal an jî paş zinaran. Kesekî ji me re qal nekiribû yan negotibû van karan bikin lê xwezayiya me ferman dida ku em wiha tev bigerin.
Di şeş saliya xwe de min dît ku zarokên taxa me diçin dibistanê, min jî xwest ku biçim. Bavê min got: ”Tu hîna biçûk î.” Çend roj û hefteyan giriyam û min zorî da ser bavê xwe ku min bişîne dibistanê. Di dawiya dawî de bi zendê min girt û em çûn dibistana çend kîlometre dûrî mala me. Mamoste bi zimanekî min jê fêhm nedikir ji bavê min re gotibû: ”Cih nîne lê ez bawerim wê zarokek dev ji dibistanê berde û em dikarin di cihê wî de bigirin!” Ji bo cîhana min ew agahiya herî xweş bû. Çend rojan wekî baskên min hebûn li ser pêçiyên lingên xwe dimeşiyam û mîna baletan digeriyam. Lê mixabin ew kêfxweşiya min pir neajot. Mamoste di roja yekem de ji ber bi tirkî nizanîbûm li min xistibû û rojên din jî seansên îşkencê destpê kiribûn. Dibe ku pirsa yekem bû min ji xwe kir. Zimanê me cuda ye, çima zimanekî din bi zorê bi me didin fêrkirin?
Piştî çend salên li dibistana gund, çûm bajarê Konyayê. Li wir zarok û civakeka nû min nas kir. Bi alikariya dersa erdnîgarî û dîrokê pirseke ku berê jiyana min biguhere min li xwe kir. ”Em miletekî din in, çima di nava tirkan de dijîn, çawa ji welatê xwe hatin vir?” Di lêgerîna bersivan de bavê min digot: ”Em ji Xorasan û Xarpetê hatin.” Lê çima û çawa nedizanî. Dapîra min digot: ”Em ji Berez hatin.” Min nedizanî ku Xorasan û Beraz li ku ne. Helbet ew tenê qotê `îsberg` bû dibin avê de hîn gelek bûyer, çîrok, êş, komkujî, hêstirkên çavan û berxwedan jî hebûn lê em ji neteweya xwe êdî hatibûn qut kirin û bibûn gula ku pêli serê hatî kirin bûn.
Di sala 1981’ê de ji bo karekî dibistanê hatibûm Sûra Amadê. Malbateka kurd, dayik û du keçên wê min nas kirin. Dema ez bi kurdî axivîm, dayikê got: ”Ma li Konyayê kurd hene?” Heman pirs di çûyîna min a Xorasanê ya sala 2001’ê de kurdên li wir jî ji min pirsî bûn: ”Ew êl/tayifê li Konya jî heye?” Belê dayik û xorasaniyên delal li Konyayê jî, li dera din û dera din jî kurd hene; ew ên ku potînê xwe tijî xwîn em ji hev qetandibûn û tenê haya me ji hev tune bû.
Belê xwendevanên hêja, xuyaye ku em ê demekê bi hev re bin û ez ê hewl bidim ji we re çîrokên koçberiyê, xerîbiyê, êş û rondikên çavên wan binivîsim ku dîwarên di navbera me de hatine hûnandin xira bikin û gulên ku hatine binpêkirin jinûve şîn bibin