Desthilata AKP-MHP’ê şerê xwe yê li dijî kurdan didomînin û hewl didin hemû destkeftiyên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karê Hundir ê Desthilata AKP-MHP’ê di nav hefteyê de angaşt kir ku di sala 2023’an ango salevegera 100 saliya Komara Tirkiyeyê de PKK tune bikin. Bi van peyamên ku dide Soylû starta qirkirina kurdan dide û dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê qirkirinê re amade bike.
Jixwe zêdetirî salekê ye li başurê Kurdistanê provaya vê qirkirinê tê kirin. Desthilata AKP-MHP’ê ku bi van gotinên Soylû li dijî kurdan siyaset dikin, li Metîna, Zap û Avaşînê sûc şer dikin û di şerê xwe yê bi gerîllayên HPG’ê re çekên kîmyewî bi kar tînin. Di encama êrîşên bi van çekan de herî dawî 17 gerîllayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bêdengiya navneteweyî û raya giştî ya Tirkiyeyê HPG neçar ma ku dîmenên bibandorbûna gerîllayên xwe ya ji çekên kîmyewî biweşîne.
Ji rastiyê aciz in
Piştî dîmenên ku hatine weşandin jî qada navnaeteweyî der barê mijarê de daxuyaniyên ku nabin bersiv da. Bi daxuyaniyên ku hatine dayîn derket holê ku saziyên eleqadar nikarin mijarê lêkolin bikin û hêviya vê der barê de jî ji bêhêviyê wedetir ne tiştekî din e. Lê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê mijara çekên kîmyewî bû rojev û der barê mijarê de gelek daxuyanî hatin dayîn. Rêxistinên sivîl bi daxuyaniyên ku dan û çalakiyên ku li dar xistin bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.
Berovajiyê rêxistinên sivîl, ji serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan bigire heta wezîrê parastinê yê tirk Hûlûsî Akar rayedarên tirk li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derketin.
Weke ku komkujiyên kurdan ên li Dersim, Zîlan, Agirî, Koçgirî bi destê pêşiyên wan pêk nehatibin angaşt kirin ku di dîroka wan de sûc şer tuneye û artêşa tirk li dijî gerîllayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar neaniye. Bi vê jî bi sînor neman ji ber bertekên ku tên nîşandan gefan xwarin.
Fîncanci kirin hedef
Lê tevî van daxuyaniyên ji rastiyê dûr û gefên ku hatin xwarin jî Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci li wijdanê xwe xwedî derket û rastiya şerê li dijî kurdan bi wêrekî anî ziman. Ji ber vê wêrekiya xwe Fîncanî ji aliyê Erdogan û Serokê Giştî ya MHP’ê Devlet Bahçelî ve hedef hat nîşandan. Erdogan û Bahçelî, ji ber rastiya ku ew dixwazin ser veşêrin ji aliyê wê ve hat aşkerakirin gef li Fîncanci xwarin û girtina wê xwestin.
Li ser vê fermana her du dijminê demokrasî û mirovahiyê daraza tirk di 26’ê cotmehê de Fîncanî da binçavkirina. Weke ku ji wan re hatibû gotin dadgerên tirk di heman rojê de jî li dadgehên xwe yên şeklî biryara girtina wê dan û Fîncanci şandin girtîgehê. Êdî rewş ev e; Tişta ku tu bibêjî rast û wijdanî be jî heke ne li gorî dilê Erdogan û dostê wî yê di faşîzmê de Bahçelî be yan tu yê bêyî girtin û zindanîkirin an jî tu yê bêyî lînçkirin.
Dîsa tenê bifikar in
Her du tişt jî li Fîncanci hatin kirin; hem hat lînçkirin hem jî hat zindanîkirin. Lê ev ji aliyê kesên ku xwedî li wijdanê xwe derdikevin û ji ked û demokrasiyê bawer dikin ve nehat qebûlkirin. Lewre bi awayekî tund li dijî girtina Fîncanci derketin û bi daxuyaniyên ku dan û çalakiyên ku li dar xistin girtina Fîncanci şermezar kirin. Rêxistinên navneteweyî ku li şûna Fîncanci tişta diviya wan bigota û peywira xwe bi cih bianîna jî weke her car tenê fikarên xwe yên ji ber girtina Fîncanci anî ziman û rexne li desthilata AKP-MHP’ê kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyekê li dijî girtina Fîncanci derket û ev nirxandin kir: “Fîncanci berpirsyariya xwe ya pîşeya bijîjkiyê pêk aniye û ji bo rastî derkeve holê xwestiye ku heyetên serbixwe biçin herêmê. Piştî van daxuyaniyên xwe Fîncanî ji aliyê desthilat, derdorên netewperest û ergenekonê û çapameniya alîgir ve bi rojan hedef hat nîşandan. Li dijî vê pergala tirsê û zextê em bang dikin ku mekanîzmayên têkoşîna hevpar bên avakirin. Fîncanci rûmet û wijdanê gelên Tirkiyeyê ye. Em li cem Fîncanci ne û biryar ji bo me di hikmê tunebûnê de ye.”