Li Tirkiyeyê her roj qeyrana siyasî, aborî, çandî mezintir dibe. Her ku qeyran mezin dibe hikûmeta AKP-MHP’ê berê welat dide kaş û ber bi qeyranên mezintir ve diçe. Hikûmeta ku bi her awayî ji bo berjewendiyên xwe li hundir û derve pişta xwe daye polîtîkayên şer, lê êdî bi şer jî nikare qeyranên heyî çareser bike. Ji ber vê yekê êdî hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê şert û mercên faşîzmê li tevahiya civakê dide ferzkirin.
Dewleta tirk jixwe bi salan e ji bo ku kurdan tune bike, bi her awayî cureyên polîtîkayên tunekirinê dimeşîne û hertim Kurdistan di nav şert û mercên rewşa awarte de bûn. Îro jî heman hişmendiya dewleta tirk li ser Kurdistanê hişmendiya mêtingerî polîtîkayên êdî ne tenê bi polîtîkayên zirav ên wekî asîmîlasyon û dejenerekirinê, bi awayekî vekirî li ber çavê cîhanê bi çekên kîmyewî, bi binçavkirin, girtin, îşkence û hwd polîtîkayên xwe dijwartir dimeşîne. Her ku gerîla li çiyayên Kurdistanê berxwedana xwe ya bêhempa mezin dike dewleta tirk bi çekên qedexekirî êrîş dike û sûcên şer dike. Di şer de jî bêexleqiya herî mezin dike. Li ber çavê cîhanê li dijî mirovahiyê sûcê şer dike. Dema kesên wek Şebnem Korur Fîncanci ku pispora Tipa Edlî ye li gorî zanista heyî dixwaze bikaranîna çekên kîmyewî werin lêkolînkirin ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve hedef tê nîşandin û tê girtin.
Li ber keviya şoreşê
Hişmendiya netewe-dewletiya ku bi aqilê mêran û bi hişmendiya mêrperest li ser hîmên yek dîn-yek al-yek zimanî hatibû avakirin, di serê sedsala 21’emîn de bi berxwedan kurdan, a girîng jî bi pêşengtiya berxwedana jinên kurd diheje. Ev berxwedana ku bingeha xwe ji tecrûbeya 50 salan digire di nîvê Rojhilata Navîn de dibe tekane çareseriya ji bo tevahiya gelan. Berhemên vê berxwedanê Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a li Şengalê ye. Niha jî wek berhema sêyem; berxwedana li rojhilatê Kurdistanê ya ku piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî derkete holê. Berxwedana rojhilatiyan ji roja ewil ve bi pêşengtiya jinên kurd ve dimeşe û niha jî hat ber keviya şoreşê.
Binçavkirina jinên rojnameger
Bi kurtasî her ku bi pêşengiya jinên kurd pêla berxwedanê mezin dibe dewleta mêrperest êrîşên xwe piralî dikin û dixwazin rê li pêşiya jinan bigirin. Her wiha qenal û rêyên ku qeyranên dewletê, tacîz, tecawiz, sûcên şer û feraseta dewletê teşhir dikin û berxwedana jinan bi tevahiya civakan re parve dikin, rastî tundî, girtin, binçavkirin û îşkenceya heman dewletê tên. Ev yek herî zêde di binçavkirin û girtina rojnamegerên kurd de derdikeve holê.
Dixwazin dengê civakê qut bikin
Çewisandina li ser rojnamegerên kurd bêguman ji polîtîkayên li ser kurd û Kurdistanê ne qût e. Ew hişmendiya yekperestî bi her awayî çawa ku bi polîtîkayên tunekirinê dixwaze kurdan qir bike û ji holê rake, bi heman hişmendiyê çapemeniya azad a ku ji salên 90’î ve bûye eynika civakên tune tên hesibandin jî dixwaze dengê wan qut bike. Berê çawa ku hişmendiya kemalîst rewşenbîrên wek Apê Mûsa û belavkirên rojnameya Azadiya Welat û hwd. bi kuştinên wek ‘kujerên nediyar’ dikuştin niha jî hişmendiya muhafazakar bi heman rêbazan êrîşî çapemeniya azad dike.
Herî zêde êrîşî jinan dikin
Hişmendiya muhafazakar herî zêde dijminatiya jinên pêşeng, berxwedêr û jinên ku xwedî li îrade xwe derdikevin, dike. Ev dijminatiyeke wisaye ku bi îşkenceyê rojnamegerên ku qala heqîqeta civakê dikin, binçav dike, digire û bi awayekî kêfî wan di girtîgehan de dihêle.
Ji bo sûcên xwe veşêre…
Dewleta tirk ji bo hê zêdetir çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar bîne, ji bo ku hê bi hêsantir tacîz û tecawizkaran bi qanûnên xwe biparêze, kujerên jinan biparêze, ji bo qeyrana aborî ya ku kûr bûye û civak bênefes hiştiye, li tevahiya civakê belav nebe, ji bo hê zêdetir sûcên xwe yên şer û sûcên li dijî mirovahiyê veşêre rojnamegerên kurd bi îşkenceya binçav dike û wan digire. Hişmendiya faşîzane bi binçavkirinan jî têr nabe û îşkenceya ku li rojnamegerên dîlgirtî dike dixwaze raya giştî bitirsîne.
Sedsala jinan
Her çiqas ku bi van êrîşên hovane bixwaze emrê xwe dirêj bike jî dê wek dawiya hemû dewlet û kesayetên faşîst yên wek Hîtler, Musolînî, Pinochet û hwd. ji belavbûnê xelas nebe. Lê wisa xuyaye ku dê dawiya vê hikûmeta faşîst a tirk dê berxwedana jinên kurd a ku herî zêde ji wan ditirsin, bê. Êdî diyar e ku ev sedsal sedsala felsefeya JIN JIYAN AZADÎ’yê ye û jinên li her aliyên cîhanê bi taybetî jî jinên kurd dê ji bo pêkanîna vê felsefeyê têkoşîna xwe xurtir bikin.