Li li navçeya Itaewon a paytexta Koreya Başûr Seûlê ku yek ji navendên şahiyên li bajar e di merasîma pîrozbahiyen “Cejna Pîrebokan” de hêwirze pêk hat. Di hêwirzeyê de herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest da û 150 kes jî birîndar bûn.
Yek ji rayedarên Servîsa Agirkujiya Neteweyî ya Koreya Başûr Choi Cheon-sik, der barê hêwirzeyê de axivî û diyar kir ku dema pîrozbahiyê kesên li dû hev ji ber ku hev dehf dane hêwirze pêk hatiye.
Hat gotin ku nêzî 100,000 hezar kes beşdarî pîrozbahiyên “Cejna Pîrebokan” bûne.