12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger birin Edliyeya Enqereyê

10 rojnamegerên ku 4 roj in di bin çavan de ne ji bo ku îfadeya wan bê sitandin birin Edliyeya Enqereyê. 

Di 25’ê cotmehê de nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Midura Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin.

Rojnamegerên ku duh hat xwestin li miduriyeta polîsan îfadeyên wan bên wergirtin, bi lêv kirin ku li dijî pêkanînên îşkenceyê yên bi serdegirtina malan destpêkirin û li miduriyeta polîsan berdewam kirin, dê li dozgeriyê îfade bidin. Rojnamegerên ku kirariyên wan ên miduriyeta polîsan temam bûn, piştî 4 rojan birin Edliyeya Enqereyê. Hat zanîn ku li dozgeriyê îfadeya wan wê bê wergirtin.