Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) têkildarî 11 rojnamegerên ku di 25’ê cotmehê de di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin daxuyaniyek weşand û xwest, rojnamegerên hatine binçavkirin bêne berdan.
Kordînatora Bernameya Asya Navîn û Ewropayê ya CPJ’ê Gulnoza Saîd got: “Di çarçoveya lêpirsîna veşartî ya bi fermana dadgehê û meqamê tirk de careke din gelek rojnameger ji azadiyê bêpar hatin hiştin.”
Divê rojnameger tavilê bên berdan
CPJ’ê rojnamegerên kurd ên meha hezîranê hatin binçavkirin û girtin hê nayê zanîn bi çi têne sûcdarkirin û wiha hat gotin: “Divê rêveberiya tirk rojnamegerên binçavkirine tavilê berde, malên ku desteser kirine radest bikin û bi sûcdariyên bê bingeh bes destdirêjiyê li pîşeyê medya kurd a li Tirkiyeyê bike.”