Îro roj li sernanserê rojhilatê Kurdistanê li bajarên Îrana kevnar, dirûşmeyek bilind bibe. “Jin, Jiyan, Azadî”. Li dinyayê jî ev dirûşm êdî ji ti guhekî re xerîb nayê. Di çalakiyên jinên kurd de gelek caran bihîstine. Lê ev cara yekem e ku bi gelek zimanan li gelek bajar û welatan ev dirûşm ev qas bilind dibe.
Çavkaniya vê dirûşmê Zindana Îmraliyê ye. Ev dirûşm li wê zindana reşetarî li wê zindana ku weke “çala mirinê” ye kemilî. Diyariyê jinan hat kirin. Rêberê jiyana nû got; heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Xwest ev hersê peyvên mizgîniya paşerojeke nû dike, bibe ala, bibe felsefe, bibe çavkaniya her karî. Wî serê xwe pir bi pergala serdest a cîhanê re êşand. Lêkola û dît ku pergala xwe li ser pelçiqandina jinê her roj ji nû ve hilbiberîne. Ji bo vê çerxa bêyom bişkîne kedeke mezin da û hîn jî li dijî vê çerxê têdikoşe.
Li wê “çala mirinê” pergala serdest û nêrîna wê ya li jinê wiha pênase kir: “Pergala kapîtalist ji bo ku jiyan û afirandinê kontrol bike jinan li derveyî qada aboriyê dihêle. Kapîtalîzm bi vî çavî li jinan dinêre; xebata herî dijwar lê herî erzan, makîneya anîna zarokan û mezinki[1]rina wan, betal û bi ser de jî sûcdar. Tişta xerabtir ev e ku bi şîdeteke mezin, jinan dike endustriyeke seksê, êşkenceyê li hemû beşên civakê belav dike!”
Kaos û krîzên heyî çavkaniya xwe ji vê rewşê digire. Lê hin zihniyet û siyaset hene ku dixwazin vê kaosê kûrtir bikin. Di çavê wan de jin weke ‘mal’ û ‘eşya’ ye. Dilê wan çi bixwaze, dikarin bi jinê bikin. Ew dibêjin; “Jin be jî zarok be jî ferq nake.” Tecawizkar in, talanker in, diz in, kujer û qirker in.
Ew wisa lê difikirin ku “siya Xwedê ya li ser zemîn in.” Wisa bêperwa û xwedan curet in. Fermanê didin ku jin, ji bo pergala wan a genî hema zarokan bînin. Di çavê wan de jin “makîneya kurk-ketinê” ne. Şerê rejîma Tirk Tayyîp Erdogan jî yek ji wan fîgurên rizî yê pergala serdest e. Di bin navê pîrozkirina malbatê, dixwaze jin bibe koleyê zilam, bibe pêlîstoka wî ya seksê, jê re û ji pergalê re zarokan bîne. Ji bo teşwîqa vê jî bi zimanê nijadperest û faşîst dixwaze pê li hestan bike.
Hîn wê rojê di koma partiya xwe de Erdogan rabû got: “Li PKK’ê binêre 5, 10 heta 15 zarokan tînin. Nabe divê ku hûn jî zarokan bînin.” Di van gotinan de nijadperestî, qirkirina gelekî, mikurhatina li rastiyê û nêrîna li jinê heye. Erdogan li xwe mikur tê ku hemû kurdan weke PKK dibîne. Faşîstê vî zemanî dixwaze bibêje, em ewqas ji wan dikujin lê em nikarin wan biqedînin.
Erdogan dizane ku jin bibe xwedî gotin, di qadên jiyanê de çarenûsa xwe bi destê xwe binivîse, ne di bin siya zilamekî de be, wê ew jî nikaribe wisa bi rehetî hespên xwe bibezîne û li ser postê desthilatê bimîne. Jin çiqas ji qada jiyanê were dûrxistin Erdogan xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs dike. Helbet jin di ferqa vê lîstikê de ne. Ew dirûşma Jin Jiyan Azadî deklare dike ku êdî dema zilamê serdest bi dawî dibe, berbang berbanga Jin û Jiyanê ye. Berbanga Azadiyê ye.