Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh jî balefireke bêmirov a biçek a Tirkiyeyê li bajarê Qamişlo êrîşek pêk anîbû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê vê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşa dewleta tirk 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Daxuyanî Rêveberiya Xweser a der barê êrîşê de wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me yê sûrî yê li herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo têkbirina îstiqrarê û derxistina tevliheviyê, hewl dide bi hemû îmkanên xwe sivîlan û malên wan bike hedef, ev jî bêyî tu astengiyên qanûnî û navneteweyî pêk tê. Ev veguherîneke metirsîdar û nîşana encamên xirab e ku û bi wê yek rê ji dewleta Tirk re tê vekirin aloziyan zêde bike.
Balafira bêmirov a biçek ku duh Qamişlo kir hedef berdwama rêzeêrişên bi balafirên bêmirov e, bi her awayî nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî erşkere şer radighîne. Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a pêkanîna qirkirinê ye.
Hedefgirtina fermandarên QSD’ê yên ku şerê terorê kirine, her wiha hedefgirtina welatî, mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.
Banga li saziyên navneteweyî
Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de êrişa duh (24’ê Cotmehê) li ser Qamişlo û hedefgirtina yek ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser ku di encamê de 2 welatî şehîd bûbûn, şermezar dikin û em teqez dikin ku bêdengiya çi aliyeke ji aliyên aktîf li Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî û saziyên navneteweyî dikeve berjewendiya desteka siyasî ji dewleta Tirk re û şerê wê li dijî sûriyan û herêmên me. Divê ev yek bi helwestên zelal û cesaret ku nirx û qanûnên navneteweyî teqez dikin werin nîşandan û divê di navbera hincetên dewleta Tirk û şêweyên hedefgirtin û şerê wê yên bêrewa li dijî sûrî û herêmên me de ji hev bên cudakirin.
Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku em di parastina destkeftiyên gelê xwe û mafên wî yên îstîqrar, xwerêxistinkirin û parastina rewa de dewam dikin û li hember parastina destkeftiyên şoreşa gelê xwe de dudilî nabin.”