Di vê pêvajoya ku di navbera rêxistinên îstixbaratê yên Tirkiye û Sûriyeyê de hevdîtin tên kirin û ji bo hevdîtina Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bingeh tê avakirin de Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) ku di lîsteya rêxistinên terorîst de ye li dijî komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê şer da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de HTŞ ku bajarê Sûriyeyê Îdlib di bin kontrola wê de ye di 13’ê cotmehê de Efrînê kir bin kontrola xwe û şerê xwe yê bi komên paramîlîter ên Tirkiyeyê re didomîne. Tê gotin ku wê HTŞ deverên din ên dagirkirî yên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike bin kontrola xwe.
Li ser van hewldanên HTŞ’ê gelek nirxandin û nîqaş tên kirin. Ji bo hînkirina piştperdeya vê meselê bi rêye telefonê me xwe gihand hevserokê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm û meselê jê pirsî. Muslîm, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku li herêmê der barê peşveçûna HTŞ’ê de zelaliyek holê tuneye lê hin agahî li ber destê wan hene û wiha got: “Beriya 4-5 mehan di navbera HTŞ’ê û MÎT’ê de hevdîtinek hatiye kirin. Ji 4-5 mehan berê ve hevdîtin di navbera wan de tên kirin. Bi qasî ku hat fêmkirin wê HTŞ bê Efrînê û deverên din jî bi dest bixe.”
Armanc avakirina xetekê ye
Salih Muslîm, der barê komên li herêmê û naveroka hevdîtinê de ev tişt gotin: “Hin kom hene girêdayî koalîsyonê ne. Hin kom jî girêdayî rejîmê ne. Ev kom xwe cuda dibînin û bi xebera Tirkiyeyê nakin. Komên mîna Sûltan Mûrad, Hemzat, Emşat ji bi MÎT’a Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Li gorî hevdîtinan plan kirine ku hemû koman tasfiye bikin û di nav HTŞ’ê de bihelînin. Lê qala şer nedikirin. Ji vê jî diyar e ku tiştên plan kirine bi rehetî nemeşiyaye. MÎT’ê bi hin koman nedaya qebûlkirin. Loma HTŞ neçar maye ku li dijî hin koman şer bike.”
Der barê armanca hevdîtinan de jî Muslîm, da zanîn ku armanc berfirehtir e, HTŞ hêzeke bidîsplîn e, heta astekê dîsplîna wê heye û wiha axivî: “Her wiha gelek komên tev li wê bûne hene. Komên El Qaîde û DAIŞ’ê tev li wê bûne û fermandariyên wan hene. Di hêla bîrdozî de jî tev Îxvanî Muslîmînin. Armanc dikin ku li deverên dagirkirî kemerek ango xeteke berfireh ava bikin. Plan dikin ku vê xetê heta Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê dirêj bikin. Ev plan plana Tirkiyeyê ye. Ji berê ve Tirkiye plansaziya vê planê dikir lê nikaribû pêk bîne.”
Dixwazên bi HTŞ’ê şerê HSD’ê bikin
Muslîm, bi lêv kir ku ji ber lewaziya bi sedema meseleya Rûsya û Ukraynayê derketiye holê Tirkiye ji Rûsyayê çi dixwaze Rûsya nikare bibêje na, ji aliyekê ve dixwaze fermanên xwe li ser wê ferz bike û ji aliyekê ve jî HTŞ ku heta niha rejîm û Rûsyayê şerê wê dikir, wê bombebaran dikirin, bi balefiran lê didan û nikaribûn wê xelas bikin, bi Rûsyayê bide qebûlkirin û ev tespît kir: “Dixwazin ku tev bibin hêzek û tiştên ku Tirkiye nikaribû li dijî HSD’ê bike bi rêya HTŞ’ê bike. Bi awayekî giştî dixwazin hêzek rêzgirtî ava bikin û heke pêwîst bike bi vê hêzê şerê HSD’ê û Amerîkayê bikin.”
Di berdewamê de Muslîm, diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi HTŞ’ê nîşan bide ku sûriyeyî şerê hev dikin û der barê mijarê de ev nirxandin kirin: “Lê di bin perdê de jî alîkarî dike. Pir ne dûr e ku Tirkiye bibêje ez ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişiyam û di destên HTŞ’ê de ye. Dîsa di hêla din de jî Îxvanî Muslîmîn û Cephetul Nûsra jî bikaribin eşîrên ereban ên ên li hêrêmê bilivîne. Ev jî qelsiya Rûsya, Rejîm û Îranê dide nişandan. Tevî ku ji vê planê ne razî ne jî nikarin ji Tirkiyeyê re bibêjin na. Armanc jî Rêveberiya Xweser, HSD û hebûna Amerîka ye. Li gorî biryara ku li Astanayê girtine tevdigerin. Divê em vê bizanibin.”
Şam lewaz e nikare biryar bide
Muslîm, got ku hêzên niha li Efrînê ne projeyên ku çêdikin berdewam dikin û wiha pêde çû: “Di serî de guhertina demografiyê tiştên ku Tirkiye dixwaze wê bên meşandin. HTŞ û Hemzat û Emşat ên girêdayî Tirkiyeyê wê vî karî bi hev re bikin. Ji ber ku biryar biryara rûsan e Şam li dij dernakeve. Îro di hundirê Şamê de jî çi bibe rûs biryar didin. Şam ewqas lewaz e ku nikare biryara xwe jî bide. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî naxwazin Tirkiyeyê bixeyîdînin. Di daxuyaniya xwe de gotin ku pêşketinên HTŞ’ê kiriye em qebûl nakin, lazim e ku HTŞ şûnde vegere. Ev gotin bi tenê ne bes e. Di pratîkê de çêkirine? Rewşa wan çi be ne zelal e.”
Di dawiya axaftina xwe de Muslîm, ev tişt gotin: “Ji ber vê ne zelaliyê em amadekariya xwe dikin. Êrîşên ku berê Tirkiye plan dikir û nedikir dibê êdî bi destê van bê kirin. Da ku bibêjin ev hêzên Sûriyeyê ne bi serê xwe şerê hev dikin. Rewş hesas e. Em ê jî tevdîrên xwe di çarçoveya parastina rewa de bigirin. Hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê civakî ve bi qasî ku em bikaribin xwe biparezin. Ku destdirêjî bû jî em ê bikarin li ber xwe bidin û bersivê bidin. Di vê çarçoveyê de amadekariyên me tên kirin.”