13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdana Başûr qebîleyan 200 kes ji hev kuştin

Di du rojan de li parêzgeha Nîla Şîn a Sûdana Başûr, di şerê navbera qebîleyan de herî kêm 200 kes hatin kuştin

Li gundên bajaroka Wad El Mahî yê parêzgeha Nîla Şîn a Sûdana Başûr  şerê qebîleyan derket. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, ji rayedarên bajroka Wad El Mahdî Abdul Azîz El Amîn ji televîzyona dewletê re axiviye û diyar kiriye ku di nav du rojan de li her sê gundan 200 kes jiyana xwe ji dest dane.

El Amîn, ragihandiye ku hin cenaze hê jî nehatine veşartin û ji bo veşartina cenazeyan bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku alîkariyê bidin rayedarên xwecihî. Hate ragihandin ku di nav kesên hatine kuştin de gelek jin, zarok û mirovên temen mezin hene. Li parêzgeha Nîla Şîn rewşa awarte hat ragihand û erk ji hêzên ewlehiyê re hatin ku dawî li şer bînin.

Rewşa Awarte hat îlankirin

Rojên çarşem û pêncşemê di navbera endamên qebîleya Haûsa û klanên hevrikê wan de şer derket. Roja Pêncşemê jî bi sedan kes li bajarê Damazîn ê eyaletê Nîl a Şîn ji bo şermezarkirina bûyerên tundiyê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Li vî welatê ku karê çandinî û sewalkariyê nîvê jiyana kar e, pirsgirêka bidestxistina zeviyan pirsgirêkeke herî hesas e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji meha çileyê ve di şerê qebîleyan de 550 kes li Sûdana Başûr jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 210 hezar kes jî neçar man e ku koçber bibin.