Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser çareserî û pêşveçûna şoreşa li rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşniyarên xwe bi deklarasyonekê ji raya giştî re parve kir.
Deklarasyona PJAK’ê wiha ye:
“Piştî derbasbûna mehekê ya li ser şoreşa nû ya gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê, dîsa ziyanên madî, manewî û destkeftiyên gelek bi nirx û girîng bi dest ketin. Li ber çavgirtina nîqaş û karûbarên şoreşê bingehê şoreş û siberoja wê pêk tîne. Li vir a girîng ew e ku metirsiyên li ber şoreşê bê famkirin, dîsa ‘piştî şoreşê çi bibe’ siberoja gel û gelên Îranê, pêwîstî bi zelaliyekê zêdetir ji hemû aliyan ve heye. Divê hêz, civak û partî bi ramaneke aşkera û vekirî nêrîn û bernameyên xwe yên ji bo şoreş baş birêve biçe, xwe dûr bigirin ji astengî û rêgiriyê li şoreşa azadî û demokrasiyê dike, destnîşan bikin. Rêgirtina li her astengî li dijî şoreşê, nexşeyek rast û dirûst ji bo pêşxistina şoreşê, nêrîneke baş û xurt a şoreşê ya ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke rast a siberojê ya li pişt qonaxa raperîna gel erk û berpirsyariya her tevger û hêzekê ye. Ji bo wê ye ku divê hemû civak, her partî û hêzek bi awayeke vekirî û aşkera raman û bernameyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji bo wê jî xelk li gorî vê yekê li pey bangewaziyên hêzan biçe bi wî rengî xwedî helwest û bi tevger be.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) her li destpêka şoreşa nû ya gelê Îranê ku bi pêşengtiya jinan destpê kir, helwesta xwe aşkera li ser şoreş, bingeh û tiştên pêwîst nîşan da. Niha piştî nîqaşên li ser şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê gihiştine asteke ber bi çav, astengiyên li pêşiya şoreşê aşkera dibin. Ji bo wê me pêwîst î dît ku careke din nêrîn, pêşniyar û helwestên xwe yên vê der barê de di çarçoveyeke ‘yekgirtî’ aşkera bikin. Ji ber ku pêşkêşkirina hinek bûyeran hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Îranê weke pêwîstiyekê û xwedîderketina li şoreşê dibînin. Ji ber vê di vê çarçoveyê de bi şêwazekê nêrîn û helwestên xwe hem ji bo gelê kurd û gelên Îranê ji bo serkeftina şoreşê wek bernameyekê rêz dikin.
– Pêwîst e xwedî li naveroka şoreşa jinan ya bi pêşengtiya jinan destpê kirî derkeve. Rê li her cure helwest û reftarê mêrserwerî ya li dijî jinan û zayendperestiyê bê girtin. Hewl bê dayîn ramanê azadiya jinan bê parastin, hemû ferdên civakê yek bi yek bê perwerdekirin ji bo kesayetek azadîxwaz û niştîmanperwerî.
– Xwedûrgirtin li netewperestî û etnîkgerî. Derbaskirina olperestî û mezhebî, bê ferq û cudahiya ol, mezheb û netewî têkoşîn bê kirin. Xwe dûrxistin ji hemû gotin û kiryarên hêzên siyasî serdest.
– Pêwîste têkoşîn ne ‘navendî’ be, li ser esasê xwerêveberiyên herêmî û navçeyî be.
– Kûrbûn li ser xwerêveberiyên her herêmekê, azadiya jiyan û karûbarên perwerdehiyê li gorî çand û kevneşopiya her herêm û navçeyê ya ji bo her gel û neteweyekê vekirî û aşkera li ser esasê demokrasî û çandê be.
– Hewldan û têkoşîn li dijî kiryar û reftarên neyînî yên rêveberiya Îranê ya li dijî jiyanê û dîsa parastina ekolojî û jîngehê.
– Ji bo bidestxistina mafê yeksan ê hemû netewe û pêkhate, rêgez, ol, mezheb têkoşîn bê kirin. Ev yek jî li ser esasê welatiyê azad û li gorî hiqûqê be. Perwerde, gotin û kiryarên kesî li proseya têkoşînê bi rêya perwerdeya demokrasî li ser esasê exlaqê hevpar, bihevrebûn ji bo gihiştina netewa demokratîk.
– Azadiya hemû dîn, mezheb û baweriyan. Bawerî bi hemû ew hebûn û rengdanên azadiya di warê perwerdeya li ser hemû astekê ji bo perwerdeya fêr û qebûlkirina hev, dîsa lihevborîna hemû bawerî û olan.
– Pêwîste hêzên şoreşger ne tenê bi gotin bi kiryar û reftar bide nîşandan ku parastina maf, bê cudahî rêz nîşandana ol, netewe û dîsa rêgez dike. Hewl bê dayîn ku ‘bê cêwazî yekîtî hebe’ ji bo derbaskirinan ew kiryar û reftarên berê dihatin nîşandan û hê jî didome.
– Pêwîste li ser esasê yekitî û yekgirtîbûnê bê cêwazî di navbera hêzên şoreşger û damezirandina platformên gel de yekgirtîbûn û hemahengî hebe li ser esasê hemû tevger, alî, sazî û dezgeh, hêzên şoreşger, azadîxwaz, têkoşer ên li dijî rêveberiya teokratîk a olperest a rêveberiyê kar bikin. Hemû hewldan ji bo sîstema xwerêveberiyê yê be.
– Pêwîste ji bo pêşxistin û xurtkirinê navek ji bo raperîna cemawerî ku bi şêwazê komîte yan jî meclisa birêveber ji bo birêvebirina raperîn û şoreşê.
Têkildarî karûbarên têkoşîna gelê kurd jî;
– Têkoşîn bi armanca ku azadî ji bo hemû nasname, çand, kevneşopî, ziman, rêgez, ol û ew hemû baweriyên li Kurdistanê heye.
– Pêwîst e bê şert û merc rola yek alîkirin û pêşengtîkirina jinan di nava şoreşa gelê kurd de.
– Rola pêşengtiyê ya gelê kurd di nava şoreşa nû ya gelên Îranê de, yekitiya hemû tevger û aliyên kurdî, qebûlkirina sembolan bi mebesta yekitiya hemû tevger, alî, partî û hêzên kurdî di çarçoveya tevlîbûna bihêz û yekitî ya di nava şoreşa nû de.
– Bicihanîna demokrasiya raste rast û radîkal, bicihanîna sîstema xwerêveberiyê ya li nava hemû sazî û dezgehên civakê, gelê Kurdistan û redkirina her cure serweriya ziman, ol û mezhebî.
PJAK di çarçoveya van xalên li jor rêz kirî, radigihîne li dijî her cure ‘alperestî, sembol perestiyê’ tenê û tenê ji bo yekdengî û yekbûna hêzên kurdî, li ser vî esasî ala Komara Kurdistanê, heta kongreya netewî yan platformeke hevpar a gelê kurd sembol an jî semboleke din diyar bike weke al û sembola yekitî û yekrêziya ya hemû hêzên kurdî qebûl dike.
Ji ber hestiyariya qonaxa şoreşa nû ya gelên Îranê pêwîstî bi aşkerabûn û zelaliya nêrînan heye. Ji bo pêşbirina guftûgoyên azadî û demokrasiyê, pêwîst e ew ramanên ku baweriya me pê heye, di çarçoveya paradîgmayekê de ji bo bi cihanîna vê paradîgmayê em nîşan didin ku em ê têkoşîn bikin. Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ruhê pêkvejiyana azadiya gelan hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.”