Dewleta tirk, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşî qadên başûrê Kurdistanê dike. Di sala 2018’an de li dijî herêma Bradostê dest bi êrîşan kiribû û di meha gulanê ya sala 2019’an de bi êrîşên li dijî herêma Xakûrkê re ev operasyon hatin berfirehkirin. Di 10’ê sibata 2021’an de jî li dijî herêma Garê êrîşeke berfireh hat kirin. Di êrîşê de 41 balafir, gelek helîkopter, SÎHA û yekîneyên taybet hatin bikaranîn. Di encama êrîşê de yek jê kesekê iraqî bi giştî 13 leşker, polîs û endamên MÎT a tirk hatin kuştin. Dewleta tirk ku ji êrîşa Garê encamek bi dest nexist, îcar di meha nîsana heman salê de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşeke berfireh kir. Di êrîşan de çekên kîmyewî û xazên jehrî hatin bikaranîn.
Du roj piştî hevdîtina serokwezîrê rêveberiya başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di 15’ê nîsana 2022’yan de li Qesra Dolmabahçeyê bi serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re kir, îcar li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êrîşên berfireh hatin destpêkirin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di van 6 mehên şer û pevçûnan de tenê navê 63 leşker û cerdevanan ragihand. Di heman demê de wezaretê ragihand ku helîkopterek ji ber pirsgirêkên teknîkî ketiye.
HPG: 2 hezar û 346 leşker hatin kuştin
Li hêla din HPG’ê jî bîlançoya şer û pevçûnên 6 mehan bi raya giştî re hate parvekirin û li gorî daxuyaniyê; di encama şerê 6 mehan de heta niha 17 jê payebilind bi giştî 2 hezar û 346 leşker û cerdevan hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di şer de 10 helîkopter hatine xistin û herêm 3 hezar û 491 caran ji hêla balafirên şer ve û 4 hezar û 197 caran jî ji hêla helîkopteran ve hatiye bombebarankirin. Di heman demê de herêm bi hezaran caran hat topbarankirin. Yek ji mijarên balkêş ên daxuyaniya HPG’ê jî bikaranîna çekên kîmyewî bû. HPG’ê, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ku weke sûcê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin, roj bi roj zêdetir dibe. HPG’ê, da zanîn ku di nava 6 mehan de artêşa tirk 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Di bîlançoyê de hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de heta niha 153 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dane. Demekî kin piştî bîlançoya 6 mehan, îcar HPG’ê nasnameyên endamên xwe yên di êrîşên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dayîn parve kir. HPG’ê, da zanîn ku di encama êrîşên kîmyewî yên di mehên destpêkê de 27 endamên wan û di mehên tebax, îlon û cotmehê de jî 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Navê leşkerên hatine kuştin parve kirin
Di vê pêvajoya şer de HPG’ê kunyeyên gelek leşkerên di şerde hatine kuştin parve kir. Di 31’ê gulanê de hat ragihandin ku Berbaz Çawişê Biqidem Yûnûs Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyan a Sêrtê), Çawişê Pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Eylîk û Taşkin di 8’ê îlonê de hatine kuştin û dîmenên kunye û alavên wan bi raya giştî re hatin parvekirin.
Hat ragihand ku di encama şerê di 7’ê tîrmehê de li qada Girê Şehîd Pîrdoxan ê Girê Amediyê 2 leşker hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, navê leşkerekê hatiye kuştin Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye. Piştre jî dîmenên cenazeyê Kaygisiz hatin parvekirin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di şerê 11’ê îlonê yê li Girê Cûdî û yê di 12’ê îlonê de li Zapê, 10 leşker hatin kuştin. Navên leşkerên hatine kuştin jî weke Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat hatin parvekirin. Wezareta parastinê ya dewleta tirk jî di daxuyaniya xwe ya di 11’ê îlonê de tenê navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh parve kirin. Lê belê têkildarî aqûbeta leşkerên din tiştek parve nekir.
Dewleta tirk pêş nakeve
Yek ji bûyerên herî balkêş ew bû ku dema dewleta tirk dest bi êrîşên xwe kirî, propagandayeke pir mezin kir lê belê demekî kin piştî destpêkirinê, êrîş hema hema bi temamî ji rojeva çapemeniya tirk ket. Medyaya alîgir a AKP-MHP’ê ku di destpêkê de her serê deqeyê manşetên xwe bi ‘deqeya dawî’ didan, mijara behsa xeberê roj bi roj ji rojeva xwe xist û demek piştre jî tenê bi daxuyaniyên wezaretê bisînor ma. Her wiha Tirkiye ji êrîşên xwe encamekî bi dest naxe û pêşketina ku hêvî dikir bi dest nexistiye. Yek jê girîngtirîn sedema xistina vê mijarê ya ji rojevê jî ev rastiye. Di bîlançoyên mehane de derheqê qadên bipevçûn de agahî tên parvekirin û ev agahî jî vê sedemê piştrast dike. Li gel ku bi ser pevçûnan re 6 meh derbas bûne, hêj şer li heman qadan didome. Tevî piştgiriya mezin a PDK’ê jî dewleta tirk li qadên ku cara ewil êrîş lê kiribûn pêş neketiye.
Di şer de xitimîne
Di daxuyaniya piştî êrîşa ewil a di 17’ê nîsanê de qadên rastî êrîşê hatin wiha hatibûn diyarkirin; qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qadên Kurê Jaro, Şikefta Birîndaran, Ertûş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareş ên Zapê. Di demên piştre de jî hat ragihandin ku êrîş ber bi qadên Mamreşo, Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran, Girê Hekarî, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM, Girê Sor, Saca, Girê Kartal, Çemço û Sîdayê ve hatiye berfirehkirin. Li gorî daxuyaniyên di mehên tebax, îlon û cotmehê de jî qadên ku êrîş li ser didomin wiha hatin destnîşankirin; Werxelê, Kurê Jaro, Girê Sor, Mamreşo, Girê Hekarî, Şikefta Birîndaran, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Sîda, Çemço û Girê Kartal. Ev 6 meh in dewleta tirk êrîşî kîjan deverê kiribe, hêj yek gav pêş neketiye û li wir xitimî ye.
2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî bi kar aniye
Êrîşên li dijî qadên navborî hêj berdewam in. Dewleta tirk ku di êrîşan de tu pêşketinan bi dest naxe, îcar bikaranîna çekên kîmyewî hêj zêdetir kir. Di bîlançoya meha ewil de hatibû destnîşankirin ku dewleta tirk di êrîşên xwe de 164 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Ev hejmar, di nava 6 mehan de 15 qat hat zêdekirin û dewleta tirk heta niha zêdetirî 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êrîş pêk anîne.