Li navçeya Erdîşê ya Wanê, di çarçoveya ku lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin de polisan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polisan Hevseroka HDP’ê ya Erdîşê Fatma Serhatli û endamê HDP’ê Îdrîs Îşleyen binçav kirin.
Polisan her du HDP’iyan birin Midûriyeta Polisan a Wanê.