12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser a Şengalê Reşîd pîroz kir

Di 13’ê cotmehê de li Parlamentoya Iraqê hilbijartina serokkomariyê pêk hat û di hilbijartinê de Dr. Letîf Reşîd li dijî namzetê YNK’ê Berhem Salih bi ser ket û weke Serokkomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin. Pîrozkirinên ji bo Reşîd berdewam dikin û di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî hilbijartina Reşîd pîroz kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, di daxuyaniya xwe de ji Reşîd daxwaz kir ku Şengalê weke parêzgehek ne navendî ya Iraqê nas bike.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi tevahî wiha ye:

“Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Dr. Letîf Reşîd pîroz dikin û bi hêvîne ku ev hilbijartin bibe wesîleya pêngavek nû li Iraqê û dawî li pirsgirêkên siyasî bê.

Em weke gelê Şengalê di dîroka Iraqê de hertim ji mafê xwe yê rewa bê par hatine hiştin û dewletê tu girîngî nedaye civaka me. Di salên dawî de di bin navê Hikumeta Iraqê de hemû plan li ser me hatine meşandin û hewldane hemû destkeftiyên gelê me ên ji dema fermana 3’yê Tebaxê ve ji holê werin rakirin.

Ji van planan ya herî berçav û xeter ku gelê me heya niha li hember di nava têkoşînê deye, Peymana 9’ê Cotmeha 2020’ane. Em ji serokkomar Letîf Reşîd daxwaz dikîn ku hilweşandina vê peymanê di nava projeya wî ya yekemîn de be. Herwiha bi hemû hêza ji bo vegera xelkê me ê koçber kar bike.

Di çarçoveya Iraqa federal de, li gor destûra bingehîn, ji bo parêzgehbûna Şengalê kar bê kirin û Şengal weke parêzgehek ne navendî bê naskirin.”