13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Cizîrê bertek nîşanî mîhrîcana qeyûm dan

Li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan de ku di sala 2015’an de hatibû ragihandin, 177 jê di jêrzemînan de 288 kes hatibûn qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûbûn û bi hezaran kes jî ji cih û warên xwe koçber bûbûn. Her wiha gelek avahî jî hilweşiyabûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê jî cenazeyên hinekan jê radestî malbatên wan nehatine kirin. Her çiqasî di ser “qedexeyê” re 6 sal derbas bûne jî, lê hê jî êşa navçeyê nehatiye jibîrkirin.

Di sponsoriya qeyûmê tayinî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin de di bin navê “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî” de li Parka Mem û Zînê ku bi xirbeyên avahiyên di dema qedexeyan de hatibûn hilweşandin hatiye çêkirin, “mîhrîcana muzîkê” li dar bixe. Hat diyarkirin ku hunermend Xêro Ebbas, Tara Mamedova, Sefo, Bûrak Bûlût û Kûrtûlûş Kûş ê bi sûcê tecawizê ya li dijî jinekê tê zanîn dê tev li mîhrîcanê bin. Li ser bertekên gel Xêro Ebbas û Tara Mamedova daxuyanî dan ku tev li mîhrîcanê nabin.

Malbatên ku di qedexeyên derketina derve de zarokên wan hatine qetilkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û bertek nîşanî mîhrîcana dê bi navê “Mîhrîcana Muzîkê ya By Mr. Dosso Dossî ya Cizîrê” bê lidarxistin dan.

 ‘Em dayik wan efû nakin’

Esmer Tûnç dayika hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeyê de di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, bertek nîşanî lidarxistina mîhrîcanê da û wiha got: “Li ser kul û xemên me mîhrîcanê li dar dixin. Hê hestiyên zarokên me di bin TOKÎ’yan de ne, lê dê werin li vir şahiyê li dar bixin. Dê li ser hestiyên me kêf û şahiyê bikin. Em wan û mîhrîcana wan şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin, bila neçin vê şahiyê. Her kurdê ku tev li vê mîhrîcanê dibe bila ji xwe û nirxên xwe şerm bike. Kesê ku kurd be divê qesta wir neke. Bi kîjan rûyî dibêjin em ê şahiyê li Cizîra Botanê li dar bixin? Ew roj hê wekî niha li ber çavên me ne. Mirina zarokên me hê li ber çavê me ye. Hê şîna me di mala me de ye. Hê dayikan hestiyên zarokên xwe nedîtine. Hê li Cizîrê 37 malbat cenazeyê zarokên xwe nedîtine. Ew cenaze hemû di bin TOKÎ’yan de hiştin û niha li ser wan cenazeyan rûniştine. Di bin wan parkan de cenaze hene. Ev 10 sal in Parka Mem û Zînê li wir e, lê ne darên wê çêdibin ne jî giyayê wê şîn dibe. Dema TOKÎ çêkirin bi erebeyan hemû hestî anîn avêtin wê parkê. Destên sax ji wê parkê derdiketin.Wê çawa mîhrîcanê li wir li dar bixin? Hê jî em wê şînê dikin. Yê ku biçe li ser şehîdên me kêfê bike em dayik wan efû nakin.”

Bila 2015’an bînin ber çavên xwe

Nafiye Kuçuk dayika Adil û Egît Kuçuk ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku beşdarbûna mîhrîcanê bin pê kirina nirxên Cizîrê ye û wiha got: “Ew komkujiya ku bi ser me hat heta ku em sax bin, em jibîr nakin. Ew parkên ku li ber Çemê Dîcle çêkirine, di bin wan de hestiyên zarokên me hene. Yek ji van parkan jî Parka Mem û Zînê ye. Em naxwazin li ser hestiyên zarokên me şahiyê bikin. Em nikarin biçin li wan parkan rûnin. Ji ber ku em dizanin hestiyên zarokên me hene di bin wan de. Em naxwazin hunermendên kurd jî bibin şirîkê dijmin û bên ser hestiyên zarokên me şahiyê bikin. Mirovên xwedî namûs, bi şeref û wijdan çawa dê beşdarî mîhrîcana kujerên zarokên me bibin? Em dengê mîhrîcanê bibîhizin jî em ê guhên xwe bigirin. Yê ku wijdanê wan hebe, deng jî biçê wê acis bibe. Roj nîne ku em şîna zarokên xwe negirin. Ew ê bên li Cizîra Botan şahiyê bikin û em ê biçin li ser goristana zarokên xwe bigirîn. Kurdê ku biçe mîhrîcana wan ne ji me ye. Hê jî dema ku em di ber TOKÎ’yan re diborin, em çavê xwe digirin. Çimkî hestiyên zarokên me di bin wan de ne. Yên tev li bibe bila 2015’an bîne ber çavên xwe.”

‘Em hestiyên zarokên xwe dixwazin’

Emîne Çagirga jî, dayika Cemîle Çagirgaya ku di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê heft rojan di sarincê de hatibû hiştin, bi lêv kir ku li Cizîrê lidarxistina vê mîhrîcanê rûreşî ye û wiha got: “Hê dayikan hestiyên zarokên xwe nedîtine. Hê çavên wan hêsiran dibarînin. Dê çawa biçin mîhrîcanê? Ew kesê ku biçe tev li mîhrîcanê bibe em wan şermezar dikin. Perçeyên cenazeyên zarokên me hê di bin van avahiyan û parkan de ne. Em mîhrîcana wan naxwazin, em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Heta hestiyên zarokên me nedin û hesab nedin wê êşa me bidome. Dilê dayika ranake ku mîhrîcan bê lidarxistin. ”