Li Qazakistanê serlêdanên namzedên serokomariyê bi dawî bûn. 10 kesan ji bo tevlibûna pêşbirka hilbijartinê serlêdan kirin. Heta niha tenê pênc kes bi fermî li Komîsyona Navendî a Hilbijartinan hatin qeyd kirin.
Di dîroka Qazakistanê de cara ewil 2 jin di heman demê de dibin namzet. Ya yekem Karakat Abden e. Dayika çar zarokan qeyda xwe li Komisyona Navendî a Hilbijartinê bi serkeftî derbas kir. Bi awayekî aktîf tev li xebatên civakî dibe û pirtûkan jî nivîsiye.
Karakat Abden hestên xwe bi wan hevokan tîne ser ziman: “Serlêdana ji bo erkek wisa bilind, bêguman balkêş e, ez ê venaşêrim. Ji bo min ev rûmetek mezin e, lê di heman demê de berpirsiyariyek mezin e. Ez ê pir hewl bidim ku hêviyên mirovan rewa bikim û wan mijarên ku divê werin çareserkirin bi taybetî rêgezên civakî bigihînim asta bilind a neteweyî.”
Saltanat Tursynbekova jî belge pêşkêşî Komisyona Navendî a Hilbijartinê kir. Çalakvana navdar ê mafên mirovan ji aliyê komeleya giştî ya dayîkên Qazakistanê ve wek berendama serokomariyê hat destnîşankirin. Cîgira seroka Komîsyona Neteweyî ya Jinan bi awayekî aktîf li dijî şîdeta nav malê ev demeke têdikoşe.
Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan heta niha 5 namzet qeyd kirine: Serokê niha yê dewletê Kassym-Jomart Tokayev, Nûnerê Partiya Sosyal Demokrat a muxalefetê Nurlan Auesbaev, namzedê komeleya komarî ya sendîkayan “Amanat” Meiram Kazhyken, namzetê Partiya Welatparêziya Demokratîk a Gel “Auyl” Zhiguli Dayrabaev û Serlêderê Komeleya Giştî ya Komarê “Tifaqa Neteweyî ya Kedkarên Civakî yên Pîşeyî” Karakat Abden.
Komisyona Navendî a Hilbijartinan belgeyên 5 namzetan kontrol dike. Ew ji hêla komeleyên cîvakî ve hatin pêşkêş kirin. Qonaxa duyemîn a pêşbirka hilbijartinê dest pê kir. Her berendamek qeydkirî divê herî kêm 118,000 îmze kom bike.
Di 21’ê cotmehê de namzet dê dest bi xebatên hilbijartinê bikin. Hilbijartinên serokatiyê yên Qazakistanê di 20’ê mijdarê de bên lidarxistin.