13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîl û Lubnanê peymana sînorên deryayî imze kirin

Hikûmeta Israîlê da xuyakirin ku wan der barê peymana destnîşankirina sînorên deryayî bi Lubnanê re li hev kirine. Israîlê erêkirina xwe ya destpêkê aşkera kiriye û ew peyman şandiye parlamentoyê ku di nava 2 hefteyan de hemû bendên wê bên zelalkirin û paşê imzeyên xwe yên dawî li ser vê peymanê bidin.

Serokwezîrê Israîlê Yair Lapid bang li rêberê opozîsyonê Benjamin Netanyahu kir ku li ser naveroka rêkeftinê û tiştên ku li pişt perdeya wê rêkeftinê hene, agahdar bike.

Di vê navberê de, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê David Schenker got ku divê Lubnanî banga Joe Biden bi Serok Michel Awun re wek paşvekişîna Amerîkayê li ser piştgiriya wê ya ji bo lidarxistina hilbijartinan şîrove nekin.

Schenker ji rojnameya Eşerq El-Ewset re got: “Aoun niha serokê Lubnanê ye û ji ber vê yekê Biden telefonî wî kir û pîrozbahî li wî kir ji ber peymana xêzkirina sînor.”

Her wiha  Schenker hişyarî da hikûmeta Lubnanê û got amadekirina zavayê serokomarê niha, Gebran Bassil, bo serokatiyê, dê bi xwe rer talûkeyên mezin bîne ji ber navê wî kesî di gelek dosyayên bertîl, gendelî û bêrêtiyê de derbas dibe.