13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya û Ukraynayê ji sûcên şer hev tewanbar dikin

Serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn doh der barê êrîşa li dijî pira mezin a Qirmê de daxuyaniyek da û tê de istixbarata Ukraynayê tewanbar kir. Pûtîn der barê vê êrîşê de wiha got: “êrîşa li dijî pirê karekî terorîstî ye û destyê istixbarata Ukraynayê di vî karê terorîstî de heye.”

Şêwirmendê serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak jî bersiv da wan teweanbariyên Pûtîn û wiha got: “Pûtîn çawa dikare behsa terorê bike û hî,na 24 seat di ser êrîşa balafirên Rûsyayê re derbas nebûye, Rûsyayê li Zaborîjyayê devereke sivîlan bi balafirên şer 12 fûze avêtin sivîlan, 13 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn.”

Podolyak di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi Vlademîr Pûtîn kir û wiha got: “Tenê terorîstek heye ew ji hemû cîhan wî baş dike.”

Di vê der barê de serokê Ukraynayê Vlodomîr Zelenskî jî Rûsyayê bi sûcên şer  tewanbar kir û wiha got: “Ez bang li civaka bnavnetewî dikim ku Rûsyayê bi rengekî fermî wekî welatekî terorîst îlan bikin.”

Zelenskî di daxuyaniyeke din de jî îro serê sibehê bertek nîşanî helwesta Rûsyayê da û wiha got: “Moskovayê dixwaze welatê wêran bike, dixwaze Ukraynayê ji ser rûyê erdê rake.”