12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Oedipusê sedsala 19’emîn (Pier Paolo Pasolini)

Ciwan Qado

Serê sedsala me ya nû, di bin çengên min de “şeş tembînameyên Italo Calvino” û baran ji erd û ezmanan dibare. Şevder bi dostekî xwe re li kuçe û cadeyên me qala şevbest û taswasan dikir. Piştî ku em şil û pilî hev bûn û em bûn av û delav; lêhatina westanan berê me da sikakeke tarî, li wir em derbasî odeyeke sar bûn ku bi hilma kufnika hêwî mişt.

Xortekî keçel di nav livînê xwe de li ser text paldayî bû û li ber roniya çirayeke zer î qels kitêbek dixwend; min dikir nedikir ku sernavê wê bixwînim, min nikarîbû; lê navê xwediyê wê wek diranên qereçiyan ên zêr dibiriqand “Pier Paolo Pasolini”.

Piştî nêzî du salan û li Şam a paytexta Sûriyeyê, min heman kitêb li kêleka kolanekê avêtî dît û bi qeleneke pir erzan min ew kirî; Qiyametek kitêb li keviya rê wek berxên rebtan di nav hev de riqufandî bûn, kitêbên ku firoşkarên kolanan navê wan dikin “kitêbên bikarhênayî” yan wek xwedevan ji wan re dibêjin “ Kitêbên kevin”. Nizanim, ma kitêb jî kevin dibin?

Li bayê vegerê, min helbestek bi meşê jê xwend, sernavê wê “Marilyn Monroe” bû; Monroe ya ku pirîsk bi pirîsk ji şûşeyên Coco Chanel difûre, Monroeya ku ji pêvî zarokên beravêtî û mirî ji Arthur Miller re neanî û wexta ji dev hev berdan, Frank Sinatra devera hêvîşikestinê di dilê wê de bi kûçikekî xweş kir.

Roja 2’yê cotmeha 1975’an li peravê Ositayê nivîskar, helbestkar, şêwekar, derhêner û senaristê îtalî yê navdar Pier Paolo Pasolini di halekî xirab de, kuştî hat dîtin. Jiyaneke derasayî ku ne bi mirineke derasayî be kela wê hênik nabe.

Kuştina wî ya razber kete stûyê “Pino Pelosi” xortê hevdeh salî, yê ku xwedêgiravî ew li peravê deryaya Ositayê kuştibû û bi tirambêla wî jî bi awayekî hovane di ser re çûbû û hatibû. Pasolini bi meyla xwe ya homosekseuel navdar bû û bi saya vê meylê Pelosi dixwest avê ser xwe zelal bike.

Lê vê dawiyê li xwe mikur hat û aşkera kir ku komeke faşist li dû meseleya kuştina wî bûn ku Pasolini bi “çepgirê bêhawe û pîs” didan naskirin û wî bi bêexlaqiyê tewanbar dikirn.

Gelek dibêjin ku ew ji ber filmê xwe “Salò” yê ji ber Romana Marquis du Sade “120 roj li Sidomê” wergirtî, hat kuştin; ji ber ku di wir de hovîtî, bêhawetî û gemara desthilata Vatikanê û faşistan hetikandiye.

Herwiha senarîst û derhênerê îtalî Sergio Citti ku bi hevkariya Pasolini di filmê “Osita” de li heman peravê dîmena kuştina bira bi destê bira kişandibûn, heman peravê ku dê piştî pênc salan lê bê kuştin; bi vî awayê ecêb kuştina Pasolini der dibire: Osita devereke nimûneyî û îdeal e bo xwegorîkirin û qurbandana mirovan, di dîroka Romaya kevin de Osita antica sembola xwegorîkirina mirovan e. Rastiya kuştina Pasolini li perê behra Ositayê ji pêjna sernivişt û qedera qurbanên dewrên kevin û dêrîn e, yên li heman peravî dihatin gorîkirin.

Nizanim, aha li wir Pasolini provaya kuştina xwe disêwirand û hazir dikir?

Citti gotina xwe bi vê yekê berdewam dike: Diramaya Oedipus bi awayekî ji awayan çîroka wî bû jî, ew ji nêzîkatiya jinan û ji razana bi wan re ditirsiya, ji ber ku rûyê diya xwe di her jinê de didît, dihisiya ku ew ê bi diya xwe re razê; lema kesayetiya Oedipus pizana derûnê wî bû û bi kesayetiya wî ve şîrêzkirî bû; ji lewre ku çêkirina filmê “Edipo RE” jî û nexasim kesayetiya Oedipus ji bo wî reng û awayekî rizgarî û felatê bû, sîska mukirhatinê bû.

Filmçêkerê îtalî û heval û hevçerxê Pasolini Bernardo Bertolucci dibêje ku piraniya leheng û aktorên wî teres, pûşt, diz û krîmînalên biçûk bûn. Ji ber ku di baweriya wî de, yek di heyîn û rastiyê de çi be, wilo jî dê di dema filmçêkirinê de bertek û tevgerên wî yên jixweber û xwerû, înîstîkt û xerîzeya bira û binhiş a kesayetiya wî hilgerîne.

Li hêla din, Pasolini çepgir û radîkalekî jidil û nermik bû ku bi awayekî romantîk sermayedarî red dikir û nedixwest pê re têkeve bergiriyeke dîrekt û bêencam.

Pasolini van helwestan di gelek filman de diyar dike, nexasim di filmê “Teorema” û di filmê “Medea” de ku aktor û stranbêja îtalî ya bi esil grekî ye “Maria Callas” bi rola wê rabûbû. Di “Medea” de Pasolini hovîtiya rîtûel û serdema barbaran dide ber civakeke nûjen ku ji pêbaweriyan azad e, lê derdê wê desthilatdarî û talana mal û milk e; mînak û projeksiyoneke zîrek derbarê sermayedariya nûjen de ya rewan û hişxur ku di romana xwe ya dawîn û netemamkirî de “Petrolio” de amaje pê kiriye.

Dacia Maraini nivîskara îtalî vê yekê bi kurtî derdibire: Pasolini li pakiyê digeriya, pakiya dîrokî, dûrî şaristaniya nû û civaka pîşesaz û xerîdar; ev bertek û nerîna siyasî ya wêrek ku Pasolini wê bi van gotinên ku ji reha rûrêsê hatine vebijartin, derdibire: îro sîstemeke faşist li Îtalyayê tune ye, sîstema me xwedêgiravî demokrat e lê ev dekadens û bêsinciya fikrî û çandî ku li me peyda bûye, heya bi faşîstan nekarîbûn wê peyda bikin. Desthilata îro desthilata civaka xerîdar e ku cihêrengiya bedew û dîrokî li Îtalyayê têk biriye.

Ez dikarim niha bêşik bibêjim ku faşîzma bira, desthilata ev ê civaka xerîdar û xercker e û ev yek jî eynî weke şevbestekê bi giranî di ber çavên me re dibihure û ji pêvî ku em dibin dermaleyên wê, tu tiştekî din ji dest me nayê.

Pier Paolo Pasolini, helbestkar, nivîskar, şêwekar, senarîst û derhênerekî îtalî ye. Di 1922 ‘yan de li Santo Stefano ji dayik bûye û di 1975’an de li Peravê deryaya Osityê hat kuştin. Bi dehan film û kitêb çêkirine û afirandiye.

Ji filmên wî yên navdar:

3 1961 Accattone

3 1964 Vangelo secondo Matteo

3 1967 Edipo RE

3 1968 Teorema

3 1969 Medea

3 1975 Salò