Amadekariyên ji bo mihrîcanekê li sûrên Amedê li dar bikeve tê kirin. Li Sûrê festîvala bi navê ‘Festîvala çandê ya rêya Sûrê’ bi pêşengiya Wezareta Çand û Turîzmê di navbera 8-16’ê cotmehê de dê bê lidarxistin.
Di demekê ku banga tevlîbûna vê festîvalê tê kirin de li hemberî wê festîvalê nerazîbûnek mezin di nava xelkê bajêr de heye.
Beriya çend rojan parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan bi rêya çapemeniyê nerazîbûneke tund li hemberî lidarxistina vê festîvalê da. Paylan, di daxuyaniya xwe de wiha got: “We li vî bajarî çi kiriye ku hûn bidin nasîn? Di destpêkê de divê hûn lêborîna xwe ji gelên kurd, ermenî, suryanî û tirk bixwazin.”
Dîroka wêrankirina Sûrê ne gelekî dûr e û di bîra hemû gelê Amedê de ye. Çawa ku di sala 2015’an de bi qedexekirina derketina kolanan re navçeya Sûrê bi tank û topan hat wêrankirin.
Mihrîcan ji bo kê tê lidarxistin?
Gelo ev festîval ji kê re tê lidarxistin? Ji gelên Sûrê re? Gelo wê gelên Sûrê yê malên wan hatin wêrankirin, ji taxa xwe, ji cîran û nas û dostên xwe dûr ket bi çi çavî li vê festîvala we binêre? Gelo dê bi çi rûyî govend li ser kavilên malên wan werin gerandin?
Çawa ku bexçeyên Hevselê kezeba Amedê ye û çemê Dîcleyê xwîna damarên wê ye, wiha jî navçeya Sûrê rih û giyanê bajarê Amedê ye. Bajarê dîrokî yê kevnar ku mazûvaniya 33 şaristaniyên cuda kiriye. Lewre beriya lidarxistina festîval û mihrîcanan divê birînên kûr ên gelê wî bajarî werin dermankirin. Tevî ku li şûna wan malên xelkê Sûrê malên din hatine avakirin, lê tu têkiliya wan malên nû ji yên berê tune ye. Ne kesên niha di wan malan dijîn ew kes in û ne cîranê wan ew cîran in.
Mixabin bi wê destwerdanê bi çand û nasnameya vî bajarî hatiye lîsti. Li şûna wan malên bi têkilî û cîrantiya xwe germ û xweş, avahiyên ku dişibin girtîgehan hatine avakirin. Nasname û çanda Sûrê ya xwedî dîroka 5 hezar sal in hatiye wêrankirin.
Li şûnwaran govend nabe
Gelê Sûrê ji her kesî bêtir dizanin çawa malên wan bi çend qurûşan ji wan hatin kirîn û li şûna wan ev malên beton ên ku tu têkiliya wan bi dîroka vî bajarî re tune hatine avakirin. Her wiha baş dizanin ku heke bixwazin jî êdî nikarin li wan malên we ava kirine bi cih bibin ji ber ew malên we bi çend qurûşan ji wan kirî niha hûn bi trilyonan difiroşin.
Bi kurt û kurmancî govend li ser kavilan nayê girtin. Dibe ku hûn bi xwe re hin komên govendan bînin û li ser wan şûnwaran, li şûna bîranînên cîrantî û têkiliyên germ ên gelên Sûrê govendê bigerînin. Lê bawerim ku xelkên Sûrê wê nikaribin li şûnwarên malên xwe govend û mihrîcanan temaşe bikin.
Gelê Sûrê bêriya mala xwe kiriye
Xelkên Sûrê ji her kesî bêtir dizanin ku ew kolanên wan ên teng têra derbasbûna gelek xizmetan nedikirin lê ew baş dizanin ku têra derbasbûna tank û topan jî nedikirin. Ew ji her kesî bêtir germahiya têkiliyên cîrantiyê, germahiya silav û lihevpirsînê, têkiliyên sohbet û çîrok û çîvanokên li ber deriyê wan malan baş dizanin û gelekî bêriya malên xwe û cîranê xwe dikin.
Mixabin piştî ewqas wêrankirin û êşên mezin ên ku li Sûrê hatin jiyîn li şûna lêborîn û çareseriyê talan û wêrankirina malên ku zirar nedîtibûn jî berdewam kir û dest bi avakirina AVM û navendên bazirganiyê hat kirin.
Berê jî gelek caran, dema ku şaredariyên me di destê me de bûn, beriya desteserkirina qeyûman şaredariyên me mihrîcanên çand û hunerê çêdikirin. Lê bawerim gelê me ji mihrîcanan bêtir bêriya mala xwe, cîran, nas û dostên xwe kirine. Bêriya wêrankirina dîroka xwe kirine.