Cemaeta Fethullah Gulen ku bi salan AKP’ê piştgiriya wê kir û bi hezaran endamên wê li sazî û dezgehên dewletê bi cih kir, di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewl da li dijî desthilata AKP’ê darbeyeke leşkerî pêk bîne, lê bi ser neket. Piştre AKP’ê vê hewldanê ji xwe re kir firsend û Rewşa Awarte îlan kir.
AKP’ê bi Rewşa Awarte li dijî çapameniya kurd û muxalîf operasyoneke mezin da destpêkirin û televîzyon, radyo û rojname jî di nav de 178 sazî û dezgehên çapameniyê da girtin.
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, di nav hefteyê de bi nûçeyek derxist holê ku desthilata AKP’ê li şûna sazî û dezgehên ku daye girtin li bakurê Kurdistanê radyoyên qaçax vekiriye. Li gorî nûçeyê, radyoyên gotina mijarê di bin kontrola Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû de li qaymeqamtî û şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin hatine avakirin û bi kurdî, erebî û tirkî propagandaya dewletê dikin.
Polîtîkaya radyoyan ne nû ye
Edîtorê Serwîsa Kurdî ya Bîanetê Ferîd Demîrel ku vê mijarê ji nêz ve dişopîne, derbarê mijarê de ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku vekirina radyoyên qaçax beşeke polîtîkaya AKP’ê ya piştî hewldana derbeyê ye û wiha got: “Ne tenê radyo û televizyon girtin, rojname, malperên nûçeyan, kovar, komele û gelek dem û dezgehên din jî girtin. Ji bo polîtîka xwe ya Kurdistanê bi cih bikin, rê li ber dem û dezgehên nêzîkî xwe vekirin. Ev radyoyên behsa wan hatiye kirin jî bi vî rengî dixebitin.”
Rojnameger Ferîd Demîrel, destnîşan kir ku ev polîtîka di salên 1990’î de jî hatiye meşandin û ev tişt anîn ziman: “Di salên 1990’î de radyoyek bi navê “Dicle’nin Sesi” (Dengê Dîcleyê) hebû. Di fermiyetê de ew radyo nebû. Hikûmetên wê demê tu carî bi rengekî fermî xwedî lê derneketin. Wê radyoyê bi tirkî, kurdî (soranî, kurmancî) û erebî weşan dikir. Di weşanên xwe de bang li endamên PKK’ê dikirin û digotin, ‘Werin xwe radestî dewletê bikin’. Îtîrafkar derdixistin û ew didan axaftin.”
Dicle’nin Sesi
Demîrel, da zanîn ku di sibata 1993’yan de parlamenterê DEP’ê Sedat Yûrttaş li meclisê ji Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn radyoya “Dicle’nin Sesi” pirsiye û wiha pêde çû: “Di zabitnameyên meclisê de ev pirs hene. Sezgîn di bersiva xwe de gotiye, ‘Tu belge nînin ku li Amedê bi rengekî fermî radyoyeke bi navê “Dicle’nin Sesi” weşanê dike’. Bersivên ji bo JÎTEM’ê jî bi heman rengî bûn. JÎTEM hebû lê dewlet xwedî li wan dernediket.”
Di berdewama axaftina xwe de Demîrel, agahî da ku Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek wextê di Kovara “2000’e Doğru” de nûçeyek li ser Hîzbullahê çêkiriye û di nûçeya xwe de behsa radyoya “Dicle’nin Sesi” jî kiriye û gotiye ku Qişleya Fazil Bilge navenda perwerdekirina hizbullahiyan e û radyoya “Dicle’nin Sesi” jî di nava vê qişleyê de ye.
Aciziya ji weşanên kurdî
Demîrel, bi lêv kir ku radyoya “Dicle’nin Sesi” heta salên 2000’î jî bi rêya frekansên TURKSAT’ê weşana xwe dewam kiriye û ji bo bêtehemûliya weşanên kurdî ev anekdot parve kir: “Dema Radyoya Erîvanê beşa wê ya kurdî dest bi weşanê dike û li nava kurdên Bakur jî belav dibe, bandorê li wan dike, hikûmetên wê demê ji bo vê bandorê ji holê rakin, kêm bikin, biryara vekirina radyoyan didin. Di bin banê TRT Radyoyê de li çendîn bajarên kurdan radyoyên herêmî vedikin. Dema ku li Misrê û Bexdayê radyoyên fermî dest bi weşana kurdî dikin, hikûmetên wê demê bi rengekî aşkera daxwazê ji wan dikin ku weşanên kurdî nekin.”