Serokwezîrê Iraqê Mûstyafa Kazimî, ji bo hin hevdîtinên di navbera wan û Herêma Kurdistanê de serdana Hewlerê dike. Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragiha dku Serokwezîr Mûstafa Kazimî li Hewlêrê ye û ev tişt got: “Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasîma fermî pêşwazî kir.”
Kazimî wê tevî lîderên siyasî yên ji Bexdayê hatine beşdarî merasîma salvegera mirina Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî bibe.